Di dema Rûhanî de hezar û 193 kes hatine darvekirin
11:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema deshilatdariya Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de, hezar û 193 kes hatine darvekirin. Ev jî wê yekê diyar dike ku hijmara darvekirinan di dema Rûhanî de zêdetir bûye.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê diyar kir ku di dema Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de kesên temenê wan di bin 18 saliyê re jî hatine darvekirin. Rêxistina Mafê Mirov di rapora xwe de diyar kiribû sala borî 753 kes hatine darvekirin. Herwiha tê gotin ev rêje li gor sala 2013’an ji sedî 10 zêde bûye. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya salane ya derbarê mafên mirov de diyar kir ku heya meha 10 ya sala 2014’an, herî kêm 500 kes ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine darvekirin. Li gor ajansa Kurdpa jî tenê di 18 mehên deshilatdariya Hesen Rûhanî de hezar û 193 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
Roja 4’ê Adarê jî Komara Îslamî ya Îranê 6 Kurd bi darve kir. Herwiha roja 19’ê Sibatê jî girtiyên kurd Saman Nesîm, Elî û Hebîb Efşarî yên birayê hev hatibûn darvekirin. Di nava 3 mehên sala 2015’an de Îranê nêzî 10 kurd darvekirine û cezayê darvekirinê li dehan girtiyên kurd hatiye birîn.
(zt)
