Meşa ‘Ji Ocalan re Azadî’ gihişt gundê Benihê
12:47
JINHA
ŞIRNEX - Meşa bi şiara ‘Ji Ocanan re Azadî’ ya ku ji Cizîra Botanê despêkirî, li her deverê rastî eleqeyek mezin tê. Niha jî li gundê Benihê ji bo xwarinê navbera nîvro dane.
Meşvanên ji bo azadiya Abdullah Oclan dimeşin gihêştin Gundê Benihê. Meşvanên ku serê sibê di setên sibê de zu de ji gundê Sivikê bi rêketin, bi qasî 25 km yan meşiyan. Niha jî ji bo bêhindana nîvro li gundê Benihê rawestane. Her cihên ku meşvan têre derbas dibin ji aliyê gelê herêmê ve bi germahî tên pêşewazî kirin. Di nav meşê de gelek kal û pir jî hene hemî lingê wan av girtiye jî bi îradeyek mezin dimeşin. Meşvan bi sloganên weke “Ji Ocalan re azade”, “Ji Kurdistanê re statû”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadi” berz dikin. Di nav meşê de jin bi gotina kilaman moral didin meşvanan.
Piştî nan xwarinê wê disa meşvan bi rê bikevin.
(ma/zt)

