8 kesên ser zaroka keç êrîşa zayendî kirîn hatin berdan

14:08

 


JINHA


KARAMAN – 8 bersucên ku ji doza tecawîzê ya êrîşa zayendî li hember zaroka keç ya 15 salî pêkanîbûn bi hinceta ‘bi daxwaz hatiye pêkanîn’ serbest hatin berdan.


Berî niha 3 salan li navçeya Ayranci ya Karamanê 8 bersucan êrîşa zayendî ser zaroka keç Z. C ya 15 salî pêkanîbûn. Di runiştina doza 8 bersucan ya li Dadgeha Cezayê Giran ya Karamanê hat dîtin de, dadger bi hinceta “bi daxwaz pêkhatiye” bersuc serbest berda. Parêzerê Z. C Binyamîn Çelik bertek nîşanî biriyarê da û biriyar hat şandina temizê. Parêzer anî ziman k udi sala 1013’an de jî di doza tecawizê ya Z. C ji aliyê H. Ç yê 47 salî ve hatî tecawizkirin de jî dozger heman biriyara serbestberdanê dabû.


Çî bûyîbû?


Di meha tîrmehê ya sala 2012’an de dema ku Z. C ji dersa quranê vedigeriya di heman demjimêran de ji aliyê M. U. B yê di heman temenî de bi zorê xistibû hindirê malê, piştî hinek sohbetkirî paşê tecawîz kirî ji polîsan re gotibû. Piştî wê bûyerê Z. C ji aliyê kesên bi navê S.V., E.V., M.A.V., Î.V., O.U., Y.K. û A. E yên temenê wan di navbera 15 û 17’an de tên guhertin bi tehdîdên weke ‘Heger qalbike, dê bi M.U.B re razana wê ji malbata wê û hemû navçeyê re bêjin’ îstismara zayendî lê kirine. Her wiha Z. C diyar kir ku ji aliyê H. Ç yê 47 salî ve jî rastî heman tehdîdê hatiye. Ser giliyê Z. C û malbata wê di derbarê 8 kesan de doz hatiye vekirin. Di runiştina dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran ya Karaman ê hat dîtin de biriyara ‘Îstismara zayendiya zarok û ji azadiyê durxistinê’ bi awayê ji derve darezandinê 8 kes serbest hatin berdan.


 (zt)