Dê rêxistinên jinan di derbarê bavê Fatmanur de serlêdana suc bikin

15:08

 


JINHA


WANFatmanur Tosun ya ku bijîşkan gotî ‘mejiyê wê miriye’ hîna di koma yêdene. Dayîka Fatmanur Zeyncan Çiftçi dema ku got: “Bavê keça min wê aniye vî halî” û serlêdana suc kir, paşê rêxistinên jinan yên nava bajêr jî beşdarî doza Fatmanur bûn. 


Fatmanur Tosun ya 17 salî li taxa Serhte ya navçeya Îpekyoluyê ya Wanê di 28’ê sibatê de bi îdiaya întihar kiriye rakiribûn nexweşxanê. Lê hat zanîn ku bûyer ne întihare, ji ber di dema vebûna dibistanê de li gel hevalê xwe derketiye bavê wê û mamê wê lêxistine wiha lê kirine. Bijîşan dan zanîn ku êdî şansê vegera jiyanê ya Fatmanur nemaye. Dayîka Fatmanur ya ji hevserê xwe cuda dijî, ji ber bi zarokên xwe re hevdîtin nake 8 sale keça xwe nedîtiyî Zeycan Çiftçi destnîşan kir ku keça wê ji aliyê bavê xwe ve ketiye vî halî û serlêdana suc kir. Zeycan di derbarê Kasim Tosun û hevsera wî de li Serdozgeriya Komarê ya Wanê serlêdana suc kir.


 Hîna rewşa Fatmanur nayê zanîn dê çawa be. Sivê saziyên jinan yên nava bajêr di derbarê bavê wê û kesê di îdakirinê de navê wî derbas dibe serlêdana suc bikin.


(zt)