Ji Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna Newrozê

15:44

 


JINHA


AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê girêdayî tevlîbûna Newroza îsal daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Hawa Kiran daxuyanî da û de diyar kirin ku ew di Newroza bi heybet a îsal a li Amedê de dixwazin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin û got: “Ji bo aştiyek mayînede azadiya Rêberê me şerte.”


Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, der barê Newroza dîrokî ya Amedê de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hawa Kiran diyar kir ku ew dixwazin di pîrozbahiya îsal a Newrozê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin û got, "Me zarokên xwe ne ji bo mirinê, ji bo avakirina jiyaneke nû şandin çiyayên azad. Em dixwazin Rêber Apo yê çirûska destpêkê ya agirê azadiyê pêxist, di nava xwe de bibînin. Bila ev Newroz bibe gava destpêkê ya aştiyê." Hawa ragihand ku ew dixwazin Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan li qada Newrozê bibînin û got, "Em dixwazin Rêberê me jî mîna yên gelê cîhanê, têkeve nava gelê xwe. Ji bo aştiya mayînde divê Rêberê me serbest were berdan. Em naxwazin xwîn birije. Em, her kesên hevkariyê bi DAIŞ'ê re dikin, şermezar dikin. Em hêvîdarin ku 21'ê adarê bibe azadiya gelê Kurd û Kurdistanê."


Dûre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Munewer Demîr li tembûrê da û li ser Kobanê û Abdullah Ocalan stran got.


(zt)