Ji bo Cumeysa ya biçuk xebatên lêgerînê didomin

16:15

 


JINHA


DÊRSIM - Xebatên lêgerînê ji bo zaroka 3 salî ya di Çemê Pîlemûrî de winda bû didomin.


Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Dêrsim-Erzînganê de zaroka 3 salî Cumeysa Kavûs di Çemê Pîlemûrî de winda bû. Xebatên ji bo dîtina Cumeysa didomin. Ekîbên şaredariya Dêrsimê û komên ji dilxwazan pêk tên, xebatan didomînin. Wesayîta ket çem bi vîncê hat derxistin.


Di çemê ku ji ber ava baran û berfê bilind bûye, lêgerîn bi botan didome.


(zt)