Jinên ciwan 'Paketa Ewlehiyê' bi meşekê şemezar kirin
16:27
JINHA
RIHA - Meclîsa Jinên Ciwan a DBP'ê ya Rihayê, "Paketa Ewlehiyê" bi meşekê şermezar kirin.
Meclîsa Jinên Ciwan a DBP'ê ya Rihayê bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" meş li dar xistin. Jinên li ber Parka Elî Şellî hatin cem hev bi pankarta "Em ê bi berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin." meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Silav silav ji Îmraliyê hezar silav" , "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Meş li ber Navenda Kargeha Ahmet Bahçivanê bi dawî bû. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û sruda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Pişt re li ser navê jinênên ciwan Endama Meclîsa Jinên Ciwan Sîbel Sutpak axivî û diyar kir ku heke paketa ewlehiyê paşde neyê kişandin dê her roj jin li qadan bin û bertekên xwe bînin ziman.
Dayikên Aştiyê Hedlê Ogûr û Selvî Oztûnç jî axaftinek kin kirin.
Daxuyanî bi tililîyan û dirûşmeyan bi dawî bû.
(msd-mç/zt)

