Meşa ‘ji Ocalan re Azadî’ du roj li peyî xwe hêla

08:42

 


JINHA


MÊRDÎN - Meşa bi şîara ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatî despêkirin du roj li pê xwehêla û şeva xwe ya duyemîn li gundê Qesrabelek derbas kirin.


Meşa ji bo azadia Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê despir û armanc ewe di 21’ê Adarê de xwe bigihînin Qada Newroza Amedê berdewam dike. Meşvanan du roj li pê xwe hêla. Piştî 37 km rê meşvan şeva xwe ya duyemîn li gundê Qesrabelek derbaskirin. Gundiyan nehêlan meşvan di bin konan de bimînin û li malên xwe kirin mêvan. Dê serê sibê cardin meşvan dest bi meşê bikin 40 km bimeşin û êvarê xwe bigihînin Nisêbînê.


Tê payîn ku gel li Navenda Çand û Hunera Mîtaniyan ji bo meşvanan şeva moralê amade bikin.


(ma/zt)