Şoreşa ji nû ve avakirina Kobanê

09:38

 


Cahîde Harputlu - Narîn Çapan/JINHA


KOBANÊ - Piştî rizgarkirina navenda Kobanê dest bi xebatên ji nû ve avakirina bajêr hatine kirin. Endamên Komîteya ji Nû ve Avakirina Kobanê girêdayî xebatên xwe yên avakirinê axivîn û diyar kirin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê vekirina korîdorê şerte û bang li her kesê kirin ku ji bo vekirina korîdorê ya pêwîst bikin.


Li Kobanê bi şahidiya hemû cîhanê şerekî pir dijwar hate meşandin û bajerek bi tevahî hate ruxandin. Li navendê şer bi serkeftina hêzên YPJ/YPG bi dawî bû. Lê hîna li gundê Kobanê şer bi hemû dijwariya xwe didome. Niha li Kobanê alîyekî rizgarkirina gundan, li alîyê din jî ji nû ve avakirina navendê  di rojevêde ye. Komîteya ku ji bo avakirina bajêr hatiye amade kirin  dest bi xebatên xwe kirine lê ji ber korîdor nayê vekirin  di şert û mercên giran  û derfetên tune de  xebat dimeşînin. Endamê Komîteya avakirinê Rewşen Ebdî da zanîn ku  pêşiyê ji bo ziyana ku li bajêr bûye were tespîtkirin  xebat  hatiye meşandin lê ji ber ku  bajar  bi tevahî hatiye ruxandin ev demeke pir dirêj dixwaze.  Ji bo tesbit kirina ziyana hatî kirin û avakirina nû  13 lijne hatiye avakirin.


’13 lijneyên xebatê hene’


Rewşen diyar kir ku ev komîte li gor hejmara taxên Kobanê hatiye avakirin, lewre 13 taxên Kobanê hene û her lijne di taxekê de dixebitin û wiha domand: “Me niha ji taxa bi navê Şehît Firaz destpêkiriye û xebatên me yên vir hê didome.”


Rewşen wiha axivî: “Ji bilî van 13 lijneyan hin beşên cuda yên wek beşa ceyranê, çandinê, û ajalan jî hatine avakirin. Piştî tesbîtkirina ziyanan divê di van beşan de jî kar bê kirin. Ji ber her roj bi hezaran niştecihên Kobanê vedigerin malên xwe. Pêwistî ji bo çareseriya av, ceyran, avahiya bingehî re heye. Kesên heyî niha xebatên xwe yên vir dikin. Ji Bakur û cihên cur be cur şandeyên wek saziyên jina, iktisadî, kesên pîspor, endezyar…  ji bo alîkarî û danûstendinê tên Kobanê û çavdêriyên xwe parve dikin.


Rewşen anî ziman ku bi şandeyên  ji Amedê hatine  re hin guftugo hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Ji wan jî 8 komîte hatine ava kirin. Yek jî projeya avê ye. Ji ber bi derfetên xwe ji bîrên li gundê Kobanê av dihat. Komîteya avê jî demek e li ser vê mijarê dixebite û niha derfet çêbûye ku ava vexwarinê bigihîje Kobanê.”


‘ji ber kêmasiya amûr û teknîkê xebat  nameşe’


 Rewşen diyar kir ku ji Bakur jî ji bo paqijkirina xezna avê kesên pîspor hatine û alîkariya dermanan kirine û got: “Pêşî cihên ku niha şên bûne wê av were dayin piştre jî peyder pey dê ava vexwarinê bigihîje hemû taxan. Komîteya çandinî jî depoya genim ya ji ber şer mabû ji bo dermankirin û tehlîla wê dixebite ku karibin bixin xizmeta gel. Piştî şer derfetên çandiniyê nema, her der hat talankirin. Niha tov û hwd. çi pêwist dike tespîtên wê jî tê kirin.  Komîteyek jî ji bo derxistina cenazeyan ya di bin enkazandene hat li dar xistin. Lê  ji ber amûr û teknîkên pêwist kêm in niha xebatên xwe dan sekinandin. Ev xebat bi rastî pir giringe lewre bi hatina havînê xetereyên mezin ya tenduristî dê derkeve. Ew komîte ji bo dermankirina bajêr jî dixebite û ji bo vê komek perwerdekiri jî hatiye amadekirin. Komîta ceryanê jî tevahî bajêr geriyan û niha li gor tesbîtên wan zêdeyî 67 şebekeya ceyranê hatiye ruxandin û divê ev cihên ku hatiye tespitkirin were çêkirin, alîkarî were dayin.’’


‘Ji bo avakirina Kobanê korîdor şert e’


 Seroka Desteya Pêkhatina Kobanê û Endezyar Şevîn Mehmûd jî di nav 13 komîteyên hatine avakirin de cihê xwe digre û xebatên xwe li Serêkaniyê destpêkiribû. Şevîn di der heqê avakirina Kobanê de axivî û da xuya kirin ku du roj berê xebatên xwe yên Serêkaniyê bi dawî kirine û niha ji bo tespitkirina ziyanan li Kobanê karê xwe didomîne. Şevîn da zanîn ku dema dest bi vî karî kirine hejmara wan 6 kes bûye lê niha hejmara wan gihiştiye 40 kesî û got: “Kesên di komîteyê de cîh digrin ji bo meclîsên 13 taxan ava bikin, kêmasî û ziyanên çêbûne tesbît bikin dixebitin."


Li gor daxuyaniya Amerîka ya ziyanên li Kobanê çêbûne wiha ye: hezar û du sed û şeş binyad  hatiye ruxandin hezar û sed û şêst û neh mal zirar dîtiye, neh sed û heftê û neh jî hawan lê ketine. Şevîn li ser daxuyaniya Amerîka ya tespitkirirna ziyanan jî sekinî û got: “Piştî daxuyaniya Amerîka ya ji bo tespîtkirina ziyanan dixwestin pêşengtî bikin lê me nexwest. Ji ber em wek niştecihên Kobanê pêwiste pêşiyê em jîyanek çawa dixwazin li gor wê xwe amade bikin. Ev hesasîyet divê li ber çavan were girtin.’’


Şevîn ji bo avakirina Kobanê jî balkişand ser giringiya korîdorê û bilêv kir ku heta korîdor venebe tiştên were kirin jî dê bi sinor be. Şevîn ji bo vekirina korîdorê bangawazî kir û got: “Em bang li hemû dewletên navnetewî dikin ji bo vekirina korîdorê alîkarî bikin. Cardin em bang li hemû kesên pîspor yên bijişk, endezyar… werin alîkariya Kobanê bikin û agahiya vekirina mekteba ragihandinê jî da ku kesên bixwazin ji bo avakirina Kobanê alîkarî bidin dikarin bi vê mektebê re têkevin têkilîyê.”


‘Piştî azadiyê dest bi şoreşa avakirinê hatiye kirin’


Endamê komîteya ji nû ve avakirina Kobanê û Serokê Desteya Kobanê ya avakirinê Mustafa Ebdî li ser xebatên İnşayê axivî û diyar kir ku 2 roj piştî îlankirina azadiya Kobanê  bangawaziya ji nû ve avakirinê hatiye kirin û wiha dom kir: “Ji wê demê ve me dest bi xebatan kiriye. Ji bo alîkarî û çavdêriyan ji welatên cuda pir şande jî hatine lê heta korîdorek navnetewî venebe ev şandeyên ku tên jî kesên dixwazin alîkarî jî bikin jî nikarin tiştek berbiçav bikin. Xebatên me jî qels û teng dimîne.”


Mustafa anî ziman ku Kobanê berxwedanek pir mezin  daye û divê li gor wê berxwedanê xebat were meşandin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin 8 komîteyên ku hatine amadekirin  di dosyakî de bikin yek û bidin xizmeta gel. Ji bilî wê 13 lijne hene wek encûmenên meclîsên  taxan  dixebitin. Daxwaza me ya yekemîn ji hemû kesên dixwazin alîkarî bidin ji bo vekirina korîdorek bêsinor e. lewre niha ji bo Kobanê ya herî pêwist û lezgîn ev e. Mînak dema şandeyek tê bi seatan li ber derî dimîne, derbas bibe jî tenê 3-4 seat dikare bimîne. Bi vî awayî xebat jî nayê meşandin, alîkarî jî nayê kirin. Şandeyên heta niha hatine jî tiştek berbiçav nekirine. Hatina wan bi çavdêrî û  gotinên di civînan de hatiye ser ziman bi sinor maye. Tenê cara dawiyê ji Amedê komîteyek li ser navê KCD’ê hatin 33 endezyar, bi wan re me xebatek baş meşand. Em jî bi wan re fêrî pir tiştan bûn, me sûd girtin.’’


‘Me banga xwe gihandiye her derê lê hîna tiştek berbiçav nehatiye kirin’


Mustafa  wiha qala xwebatên xwe yên li gel 8 komiteyên bi heyeta endezyaran re hatibû kir: “Despêkê em ji bo dermankirina bajêr û cenazeyan bi hev re xebitîn. Ji bo parastina depoyê xwarinê wek genim û paqijkirina  ava vexwarinê. Pirsgirêka ceyranê û tespitkirina ziyanan. Çêkirina binesazî, kanalîzasyonan. Tespitkirina ziyanên avahiyan ku karê herî giran û pêwist e. Paqijkirina tax û kolanan, ev mijar ji ber ku derfetên şaredariyê tuneye çareser nabe. Ji ber tenê 2 trektorên şarederiyê heye. Ji bo vê nîqaş hat kirin ku alîkariya şaredariyan pewist e. Beşa herî giring ya tenduristiyê ye. ji bo vê jî raporek hatiye amadekirin dê radestî heyetê bibe. Beşê zîretê jî hatin ji bo lêkolîn bikin lê ji ber li gundan hê şer heye tenê me belgeyên destê xwe de radestî wan kir. Çiqas  zevî, bîr û erdê çandiniye heye  lêkolîn tê kirin. Disa hejmara ajalan, rewşa niha çawa ye tê nîqaş kirin. Ji ber derfet kêm bû ev xebat tenê 3 rojan berdewam kir.’’


Mustafa da zanîn ku ji bo avakirinê jî şoreşek pêwist e û got: “Em dixwazin xebat bikin û fêrî vî karî jî bibin lê derfetên me pir kêm in. Ev tiştên hatî serê me pir giranin û niha di fermîyetê de bi projeyên xwe kes an jî sazî hatibin tuneye. Me heta ji dewletên navnetewî re jî  pêwistiyên înşayê  şandine lê heta niha tiştek şînber li Kobanê nehatiye kirin. Daxwaza me ya din jî divê topoxrafya û sinyalên Kobanê li ser astekî nû ava bibe. Ji ber ku berê li ser rejîma Surî hatibû avakirin, me nikarîbû tiştek bikira. Wan jî xebatek nû li ser erdê kirin ku topoxrafya Kobanê mest bikin.”


 Mustafa diyar kir ku ji bo rakirin û paqijkirina cenazeyan jî şandeya endezyara  ji endamên şaredariyê re perwerdeyek daye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bangawaziya me ya 29’ê çileyê hê didome. Em dibêjin kesên rewşenbîr, endezyar û kesên di karê xwe de pîspore, bi taybetî jî welatiyên Kobanê bila werin û di avakirina Kobanê de cîhên xwe bigrin.” 


                                                                                                                     


(ch-nç/zt)