Hunera jinê bersiva tunedîtina rola jinê ye
09:41
Şêrîn Hiso / JINHA
AMED – Endama Navenda Çanda Mezopotamiya Emel Bêjan pirsgirêkên jinên hunermend nirxand û got: “Di nêrîna sîstemê de heger tu jinek hunermed bê tu 2 caran gunehbarê.”
Jinên kurd yên hunermed ji ber berdewamkirina pîşeyê xwe yê hunerî rastî gelek cûrên astengiyan tên. Astengiyên jinên hunermed ji nava civakê destpêdike û di sîstemê de berdewam dike. Endama Navenda Çanda Mezopotamiya Emel Bêjan diyar kir ku jin bi hunera xwe 2 qat têdikoşin û wiha got: “Di nêrîna sîstemê de heger tu jinek hunermed bê tu 2 caran gunehbarê.
‘Astengiyên civakî û hunera jinê’
Emel bi lîvkir ku ji dîrokê heta îro jinê rolek girin di parastina hunera kevnare de leyîstiye û wiha pêde çû: “Yek ji mînakên astengiyên malbat û civakê li hember hunera jinê jî jiyana Hunermend Ayşe Şan e. Ayşe Şan ya ku gelek zor, zehmetî, astengiyê civakî û neqebûl kirina malbata wê ji hunera wê re jiyan kir. Dîsa jî Eyşe Şan rêka xwe ya hunerî dewam kir û ji bo serpiyahiştina hunera jinan bû sembol. Her wiha Ayşe Şan ji ber pergalê jî gelek zehmetî jiya û ji ber van astegiyan neçar ma ku li gelek bajaran bigere. Dema ku jinan stran digotin wekî gunehbarekê dihat dîtin.”
‘Huner lêgerîna heqîqetê ye’
Emel destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar zane bi tune kirina rola jinê di civakê de dê civakê şûndemayî bihêle û wiha dewam kir: “Pêwîst hemû jinên cîhanê din ava xwe de hunerê binrxînin. Li her derê jinên stranan dibêjin hene. Modernîteya Kapîtalîst jinê bi kar tîne. Dîsa jî heger tu wekî jin li heberî vê sîstema heyî derkev êdî tu kesekî qedexekirî tê dîtin. Jinên kurd yên pêşengiya avakirina civakê dikin ji aliyê sîstemê ve nayê qebûl kirin. Dîsa jî jina kurd ya ku bi hunera xwe têdikoşe, ji xwe re jinên ku di hunera kurdî de bûne sembola dikin mînak. Jinên kurd ser şopa Şehîd Delîla û Şehîd Mizgîn rêya lêgerîna heqîqtê dişopînin.”
‘Jin bi hunera xwe li hember paşverutiyên civakî û pergalê radiwestin’
Emel bi bîrxist ku di salên 90’an de êrîşek giştî ser hebûna çand, ziman û hunera kurdî hebû, jinên hunermed di wê pêvajoyê de zehmetiyên mezintir di jiyan û wiha got: “Di salên 90’an de hewldanên tunekirina gelê kurd giheşt asta herî bilind. Bi mebesta tunekirina çand û hunera kurdî, êrîşên taybt ser xebatkarên çandê û hunermedan dihatin kirin. Di nêrîna sîstemê de heger tu jinek hunermed bê tu 2 caran gunehbarî. Pêwîst bû ku jin hemberî nerîna civakê têbikoşe da ku karibe karê xwe yê hunerî bi rêve bibe, hunera xwe jî hemberî pergalek ku hunra gel wê bi tevahî napejirîne pêk bîne. Jin wek kesekî mirî rabû, hemberî sîstemê stran bi zimanê xwe gotin û lîstin. Huner hemberî sîstemê berteka xwestian jiyana nû ye. Jin bi hunera xwe ev jiyana nû hem nava civaka xwe de, hem jî hemberî sîsteman di afirîn e.”
‘Piroveyên xwe li Dadgehê bikin’
Emel derbirî ku niha 25 jin di Navenda Çanda Mezopotamya de xebatên xwe yên hunerî didin meşandin. Emel bal kişand ser rewşa jinên hunermend, taybetî jî jinên NÇM’ê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ne pêkan e ku hunermedek mabe û doz lê nehatibe vekirin. Bi sedan caran derketina ser dikê li hunermedan hatiye qedexekirin. Di demekê de me tevlî hevalên xwe yên hunermed biryar da ku em piroveyên xwe li Qonaxa Dadgehê bikin. Ji ber li her yek ji me bi sedan doz hatine vekirin û pêwîst bû ku em demên dirêj li wir derbas bikin, dema me êdî ji bo pirova nemabû. Ser jina hunermed hîn bêtir hewldanên xistinê tên kirin.”
(şh/zt)

