Meşa Azadiyê di roja 3’emîn de li gel barana zêde jî berdewam dike
11:34
JINHA
MÊRDÎN - Gelê Botanê meşa “Ji Ocalan re Azadî” ya bi daxwa azadiya Rêberê PKK’ê Abdulalh Ocalan ji Cizîrê dest pê kir û di Newroza Amedê de dê bi dawî bibe dibin barîna baranê de berdewam dike.
Gelê Botanê meşa “Ji Ocalan re Azadî” ya bi daxwa azadiya Rêberê PKK’ê Abdulalh Ocalan ji Cizîrê dest pê kir û di Newroza Amedê de dê bi dawî bibe dibin barîna baranê de di roja 3'emîn de didome. Çalakgerên di saetên şevê de gihiştin gundê Qesirbelekê yê Nisêbînê îro ji serê sibê de cardin berdewam dike. Çalakgeran di saetên serê sibehê de ji bo bikevin ser rê li qadê kom bûn û tevî hemû barana zêde dest bi meşa dirêj ya "Ji Ocalan re azadî" kirin.
Çalakvanan bi munasebeta salvegera komkujiya Helepçe çalakiyek bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat gitin. Piştî çalakiya bîranînê welatiyan bi dirûşmên "Biji Serok Apo" û tilîliyan tevî hemû barana zêde meşa xwe berdewam kirin.
(ma/zt)

