Şervanên YPJ’ê li eniyên şer amadekariyên Newrozê dikin

12:27

 


Cahide Harputlu- Narin çapan/JINHA


KOBANÊ -  Şervana  YPJ’ê  Jiyan Orhan ya ji despêka berxwedana Kobanê ve li çeperên şer têdikoşe diyar kir ku dê li eniyên şer Newerozê pîroz bikin û got: “Emê bi giyana berxwedanê bi agirê Sema û Mazluman bi wateyek cuda Newroza îsal pêşewazî bikin û despêkê li Rêbertiya xwe pîroz bikin.”


Li Kobanê bi pêngava duyemîn şerê ku li gunda hate destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam dike lê aliyekî jî jiyan bi rojên berxwedanî û pîrozbahî  tê pêşwazîkirin. Şervanên YPJ’ê jî qasî berxwedaniya nava şe, di rengîniya jiyanê de jî taybetmendiyên xwe didin nîşandayin. Ji Şervanên YPJ’ê Jiyan Orhan ku di şerê Kobanê de ji destpêkê heta niha di heman qadan de cihên xwe  girtiye der heqê şerê li gundan tê meşandin û jiyana xwe yên berxwêder de axivî û da zanîn ku şerê Kobanê bi hişmendiya zilamê desthilatdar û di bin maskeya İslamê de li dijî jinê hatiye destpêkirin.


 Jiyan anî ziman ku jina Kurd di vî şerê pir alî de rola xwe lîstiye û li hember şerê psîkolojîk yê  DAİŞ’ê serkeftî bûye û wiha domand: “Şerê ku li ser Kantona Kobanê hatibû meşandin şerekî pir dijwar û hovane bû. DAİŞ bi tank û topan bi sîlahên giran û bi piştgiriya hêzên cîhanê êrîş dikir. Li dijî wan em tenê bi keleşan li ber xwe didan, lê bi moral, bi ruhekî ciwan me li ber xwe dida. DAİŞ şerekî pîskolojîk jî dida meşandin. Ez bawerim ku ne hêzên YPG/YPJ’ê ba tû kes nikaribu ewqas ber xwe bida. Ji ber ku êrîşên DAİŞ êrîşên qirej bûn û li ser navê îslamê dida meşandin. Digotin emê we teva şerjê bikin, parçe bikin. hêza wan a bi sing sing şer bikin tunebû. Hemû bi sîlahê giran û pîskolojîk bû.”


‘Em di xeta Zîlan de dimeşin’


Jiyan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi rastî jî sert û mercên ku em tê re derbas bûn pir zehmet bû, dijwar bû. Carinan digihîşt astekî usa ku ez bawerim tû hêz nikarîbe li hember vê bisekine û ber xwe bide. Lê dîsa jî bi hêza qehremantî û mîlîtantiya jinê me ew êrîşan şikand. Heval Zîlan çawa komploya ser Serokatî  vala derxist, heval Revana, Zozan û Arîn jî komploya ser me ya bi destê DAİŞ’ê hatibû pêkanîn bi heman ruhê fedai vala derxistin. Berxwedan û hêza jinê, çeper neberdana jinê  di vî şerî de rola herî giring bû.’’


‘Çek û rextên xwe dihîştin û direviyan’


Jiyan bal kişand ser rewşa DAİŞ’ê ya din ava şer de û wiha got: “Dema me li rewşa wan dinêrî rezaleta ku jiyan dikirin berbiçav bû. Pir carî çek û rextê xwe dihiştin û direviyan. Me qêrînên wan dibihîst.  Ji ber me ji hêza me direviyan.’’


Jiyan  çuyina Nesrîn Abdullah  ya Qesra Fransayê  jî bibîrxist  û diyar kir ku ev nasandina hêza jinê ye ku  cara yekemîn e jinek bi cilê leşkerî  diçe Qesra Ewrupa ya herî jor û got: “Mijar elbet ne çuyina qesran e  lê ji ber rastiya sekna  jina kurd  ya  li cîhanê  dide naskirin girîng e. Sekna jinê çi ye û şerê jinê çi ye ev di şerê Kobanê  de hat  îspatkirin  ku me DAİŞ ji axa xwe derxist. Emê karibin wan çeteyan ji hemû rojhelata navîn jî derbixînin.”


‘Li Kobanê dê jiyanek nû were avakirin’


 Jiyan da xuya kirin ku di destpêka şer de Kobanê hatibû dorpêçkirin lê bi pêngava duyemîn di bin ala YPJ’ ê û bi ruhê 8’ê Adarê  niha gund jî rizgar dibe, ji terora DAİŞ’ê tê paqijkirin. Jiyan bal kişand ser rizgarkirina Şêxlera jî û wiha berdewam kir: “Di vî warî de rizgarkirina bajaroka  Şêxlera jî girînge lewre cara yekeme ev der tê bi dest xistin. Ji ber vê pîrozbahiya 8’ê Adarê jî li vir çêbû û pir watedar bû. Niha li Rojhilat û Başûrê Kobanê operasyon berdewam dike û kêm cîh mane ku bi tevahî xilas bibe. Bi ruhekî fedayî li Kantona Kobanê dê jiyanek nû jî were avakirin. Çeteyên DAİŞ’ê çawa ji vir hate paqijkirin dê bi heman vînê ji bo gelê me jiyanek nû jî were afirandin. Ji alî exlaqî, çandî û civakî ji ber ku carek din tû kes nikaribe li axa Kurdîstanê êrîşek bi vî awayî pêk bîne.’’


‘Newroz dê di eniyên şer de were pîroz kirin’


Jiyan diyar kir ku roja Newrozê ji ber ku hê şer didome  wê li her eniyan bi ruhê berxwedana Newrozê pîrozbahî were li dar xistin  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heval Sema digot ‘Ez pira navbera 8’ê Adarê û Newrozê deme.’ Em jî bi vê ruhê berxwedanê xwe ji Newrozê re amade dikin. Wek Mazlum Dogan yê bi agirê dilê xwe Newroz li Serokatî û gelê xwe re pîroz kir li Kobanê jî berxwedan û kedekî pir mezin hate dayin, bost bi bost ev ax hate rizgarkirin. Taybetî jî gelê  me pir  zehmetî dîtin û ji qetlîaman derbas bûn, neçarî koçberiyê hatin kirin. Ev tevahî li ber çavên me hate jiyandin.  Ji ber vê cudahî û giringiya  vê Newrozê heye ji bo me.  Li çar perçe Kurdîstanê emê Newroz pîroz bikin. Emê despêkê Newrozê li Serok Apo pîroz dikim û hêvîdarim ku ev Newroz bibe sedema azadbûyina Serokatî. Em jî xwe ji vî hamleyê re amade dikin. Gelê me jî bila vegerin ser axa xwe û em Newrozê bi gelê xwe re pîroz bikin.’’


(ch-nç/zt)