Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îbrahîm şandin Qereyaziyê
12:41
JINHA
RIHA - Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îbrahîm Ateş (Mazlum Cudî) ê ku li Kobanê birîndarbûyî û ji bo dermankirinê anîn Rihayê û jiyana xwe ji dest da şandin Qereyaziyê.
Şervanê YPG'ê Îbrahîm Ateş (Mazlum Cudî) di 14'ê adarê de di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de birîndar bibû û ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re ji bo dermankirinê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û pişt re sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hate kirin. Ligel hemû mudaxeleyan Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî şandin Saziya Tipa Elî ya Rihayê. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Îbrahîm ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi navçeya Qereyaziyê ve derxistin rê.
Cenazeyê Îbrahîm dê li Amedê bê pêşwazîkirin û hate hînbûn ku dê sibê li taxa Ulucanlar a Qereyaziyê bê definkirin.
(zt)

