Ji Giyadîn ber bi çiyayan xeyalên Leyla û Zelal yên azadiyê
13:46
Gulşen Koçuk / JINHA
AGIRÎ – Berî 23’ê salan li Giyadînê du xwişk Halime (Leyla) û Hatîce Vural (Zelal Serhat) li hember kevneşopiyên civakî serî rakirin, dema ku malbatê ji bo wan cihaz amade kir her dul i peyî xeyalên xwe yên azadiyê çun çiya. Piştî salekê diş erek yê nêzî navçeyê de Halime jiyana xwe ji dest da. Dayîka wan Fatma Vural diyar kir ku wê cara dawiyê dema cenazeyê keça wê aniyîn nexweşxanê dît û got. “Ez miriyan dişom. Çend gule bi keça min ketine min hijmara wan dît” û keça xwe bi destê xwe veşaret.
Di salên 1990’an de jinên bi hev re berê xwe dan çiyayan li pê xwe destanên qehremaniyê hêlane. Di heman dîrokê de li navçeya Giyadîna Agiriyê sê jinên ciwan yên bi hev re beşdarî nava refên PKK’ê bûn li pê xwe mîrasek mezin li navçeyê hêlan. Di sala 1992’an de 3 jinên ciwan ji heman navçeyê bi hev re tevlî nava refên PKK’ê bûn. Dema ku malbatên wan ji bo zewacê ji wan re cihaz amade dikirin wan sindoqên cihazên xwe di xeyalên xwe yên azadiyê de weke bîranîn di hişê jinên herêmê de bi cîh kirin. Ji wan 3 jinên ciwan Halime (Leyla) û Hatice Vural (Zelal Serhat) xwişkbûn. Dayîka Leyla û Zelal Fatma Vural ev 20 salin êş û tekoşîna zarokên xwe di dilê xwe de digerîne.
Di navçeyê de jina beşdarî nava refên PKK’ê bûyî Halime ye
Fatma wiha qala tevlîbûna keçên xwe ya nava refên PKK’ê dike: “Keçên min ji vê rêyê hezkirine. Ezê jî di vê rêyê de canê xwe bidim.” Fatma da zanîn ku berî keça wê Halime jiyana xwe ji dest bide ew ji bo keçên xwe gelek xemgînbû û wiha domand: “Dema kum in nan çêdikir, keçên min ji bom in çayî di anîn, ez bi vê gelek şanazdibûm. Lê êdî kes nayê gel min. Keça min qehremaneke. Dema ku hevalên keça min Halîme hatin qetilkirin, keça min 5 saetan bi tena serê xwe şer kir û heta guleya dawiyê li ber xwe da û paşê şehîd ket.”
‘Bi panzerê cenazeyê keça min meriçandin’
Fatma dema qala roja keça wê Halîme jiyana xwe ji dest dayî kir, destnîşan kir ku tehmula wan ji cenazeyê keça wê re jî nebû, bi panzêran cenazeyê keça wê meriçandin, parçe kirin û wiha berdewam kir: “Hemû guleyên bi keça min ketine min dît. Min bi destê xwe keça xwe şişt. Dijmin ji taziya me re jî destur ne dida, dem dem ajan rêdikirin mala me. Heta mudaxeleyî rengên kesk, sor û zer yê me bi mala xwe ve kirî dikirin. Min gelek êşa keça xwe kişand. Dema keça min nû şehîd ketî destê min ne diçu ez xwarinê çêkim. Dema zarokên min dihatin malê dipirsîn ‘te çî çêkiriye’ destê min nediçu ez xwarinê çêkim. Halîme gelek ji xwarina makarnê li gel mastê bi sîr dikir. Min rojekê makarna çêkir, ji cîranan sîr xwest û sîrê bi mast çêkir. Hema wê demê li ber derê me qerebalixek çêbû. Digotin ‘Halîme şehîd ket’. Dema em çin nexweşxanê ji me pirsîn hûn kîne, min ji leşkeran re got ez hatime cenazê kurê xwe bişom. Min keça xwe şişt. Min xwîna wê li xwe hesu. Hîna wan kincên wê ji me negirtî hema min kincên wê şandin malê. Min hinek tiştên wê jî li gel cenazeyê wê defin kir.”
‘Ji bo wêne tine nebin min di bin axê de veşartin’
Fatma anî ziman ku wê bi çêkirina lihêf û gorên rîs jiyana xwe berdewam dikir. Fatma bilêv kir ku wê wêneyê keça xwe Halîme û hevalên wê dibin axê de veşart û paşê jî hemû wêneyên wê çarçove kir û bi dîwarê mala xwe ve kir. Fatma da zanîn ku ji bo di serdegirtina malê de wêneyên keça wê hemû nekevin dest hinek jî dibin axê de veşart. Fatma derbirî ku dema binaxkirina wêne û nameyên keça xwe de ji bo bi lêgerîna dedektorê jî neyê dîtin nekarîbû baş veşêre û ji ber wê jî gelek ji wan mişkan hemû qetandibûn. Fatma anî ziman ku dema keçên wê tevlî nava refên PKK’ê bûne derdorên wan ji wan re gotine ‘terorist’ û wiha dom kir: “Hevserê min jî alîkarî dida partiyê. Keçên min jî di vê oxirê de çun. Dema ku derdor ji bom in ‘terorist’ digotin min jî ji bo wan digot ‘dê rojek bê hûnê bi terorêstên min bedew bibin.’ Êdî ew bûn ‘terorist’.”
‘Ez êşa zarokên xwe nikarim rakim’
Fatma diyar kir ku ev 24 sale wê dengê keça xwe Hatice jî ne bihistiye, tenê çend caran di televizyonê de ditiye ji wê saxbûna wê dizane. Fatma bilêv kir ku ew nikare êşa zarokên xwe hilgire û wiha axivî: “Niha bi dermanên arambûnê ez di peyîvim. Ez nikarim biçim taziyan. Dema ku diçim taziyan ji xwe diçim û xwîna demarên min disekine, ne hêsane… Heger gelê kurd bibe yek dê Rêberê me, zarokên me yên gerila û yên li girtîgehan hemû dê bên.”
(zt)

