Li Silêmaniyê bîranînên ji bo komkujiya Helebce

14:01

 


JINHA


SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmanî û navçeya wê Qeladizê 27’emîn salvegera komkujiya Helebce hat şermezarkirin û şehîdên Helebce hatin bibîranîn.


 Li bajarê Silêmanî li ber Dergeyî Sera seat 11:00'an ji bo 27’emîn Salvegera komkujiya Helebce çalakiyek bîranînê hat birêxistinkirin. Bi sedan welatî tevlî çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Azadî hat organîzekirin, bûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên Helebce şanoyek hat nîşandan. Di çalakiyê de Civata Hunerî ya Netewiya Kurdistanê berhemên xwe pêşkêşkirin. Herwiha hunermend Medya Husên ji bo bîranîna vê karesatê stranek got. Di dirêjahiya çalakiyê de Tevgera Azadî li ser komkujiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku herçend 27 sal li ser komkujiyê re derbas dibe û gelek guhertin li herêmê çêbûne jî, lê ev bûyer li gel kurdan ne kevin dibe û ne jî tiştek dikare wateya wê kêm bike.


‘Ji bo êdî Helebce neyên jiyîn divê gav bên avêtin’


Di daxuyaniyê de tê gotin ku hê jî birînên Helebce nehatine pêçandin û wiha berdewam dike: "Bêxemiya desthilatdariya Herêma Kurdistanê û berpirsan li hember pêçandina birînên Helebce di wê astê de ye ku malbatên qurbaniyan nahêlin rayedarên Hikûmetê beşdarî bîranînê bibin." Di daxuyaniya Tevgara Azadî de tê gotin ku ji bo careke din Helebce, Şengal û Giwêr dubar nebin pêwîste gav ji bo demokrasî, yekîtiya netewî, bihêzkirin û avakirina Hêzên Parastina Kurdistanê were avêtin û tenê bi merasimên bîranînan re bi sînor nemîne.


 Bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' dawî li çalakiyê hat. 


QELADIZÊ


Komîteya Bitwên û Pişder a Tevgera Azadî li bajarokê Qeladizê yê girêdayî Silêmaniyê pêşangeheke wêneyan ji bo 27'emîn salvgera kîmyabarana Helebce vekirin. Pêşangeh saet 09.00'an hat vekirin. Saet 11.00'an 5 deqîqe ji bo giyanê şehîdan rêz li giyanê şehîdan hat girtin. Li ser navê Tevgera Azadî daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku tekane çareseriya birînên Helebce, pêşxistina demokratî, yekîtiya netewî û parastina Kurdistanê ye.


Daxuyaniyê wiha domand: “Berî 27 salan di rojek wek îro de, 16'ê Adara sala 1988'an balafirên rejîma Baas a Seddam Husên bi çekên kîmayayî bajarê Helebce bombebarankirin. Di encamê de zêdetirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Herwiha gelek hemwelatiyên bajêr ber bi sînorên bakûr û rojhilatê Kurdistanê ve koçber bûn.”


(za/zt)