‘Qetilkirina Sevîm bi gumane’

14:18

 


JINHA


ŞIRNEX - Jinên Cizîrê xwekuştina biguman a jina bi navê Sevîm Sak û polîtîkayên li ser jinan tên meşandin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endamên Meclisa Platforma Jinan ji ber xwekuştina jina bi nav Sevîm Sak a berî mehekê di mala xwe de xwe daliqandibû û polîtîkayên dewletê yên ser jinê li ber avahiya DBP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên li ber avahiya DBP'ê kom bûn û bênavber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Jin jiyan e jiyan berxwedan e" berz kirin. Ser navê jinan Civaknas Yasemîn Îneç daxuyanî xwend.


‘Ji ber polîtîkayên tayîbet û tundiyê jin dawî li jiyana xwe tînin’


Yasemîn da zanîn ku ew xwekuştina Sevîm Sak rewşek gumanbar dibînin û wiha domand: "Xwekuştina jinan ji ber tundiya li ser jinan tê meşandin pêk tên. Me ligel malbatê hevdîtin pêk anî û axaftinên malbatê gumanên me zêdetir kir. Tu jin bi awayekî bêsedem xwe nakuje. Sevîm 4 meh berê zewicî bû û ducanî bû. Çima jinek ducanî xwe bikuje." Yasemîn destnîşan kir ku ji bo dawî li tundiya li ser jinan tê meşandin pêwîstî bi guhertina hişmendiyê û hişyariyê heye û wiha pêde çû: "Polîtîkayên AKP'ê yên li ser jinan cesaretê dide mêran. AKP bi zagonan dikarê pêşiya tundiya li ser jinan bigire lê di êrişên li ser jinan de dengê xwe dernaxin."

Çalakî bi bilindkirina duruşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana YPJ’ê” bi dawî bû.


(zt)