Li ser rêya navbera Edene û Mêrsînê cenazeyê 2 jinan hat dîtin

14:23

 


JINHA


MÊRSÎN  -Li ser otobana Edene û Mêrsînê li gîşeyên Karahîsaliyê du cenazeyên jinên bi çekan hatin qetilkirin hatin dîtin.

Nêzî gîşeyên Karahasli yên Otobana Edene û Mêrsînê cenazeyê du jinên bi çekê hatin kuştin hatin dîtin. Ajokarê kamyona ji Mêrsînê ber bi Hatayê ve diçû Selam Savûn ve hatin dîtin, piştî agahî da polîsan li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin. Di encama lêkolînê de hate dîtin ku ji jinan yek bi guleya li serê wî hatî dayîn û ya din jî gule li sing û piyê hatî dayîn hatine qetilkirin.

Li ser her du jinan nasname nehat dîtin. Cenazeyên her du jinan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipê ya Edlî ya Edeneyê.

(zt)