Pirsus ji bo Newrozê amadeye
16:15
JINHA
RIHA - Pirsûs li ser sînorê Kobanê xwe ji bo Newroza dîrokî amade dike. Xebatên Komîteya Amadekar ya ji bo qada sed hezaran pêşwazî bike dewam dike, naveda navçê her qad bi rengê Newrozê hat xemilandin.
Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengiyekê Kobanê rizgar kirin. Li herdu aliyên Newroz bi coşek bêhempa were pîrozkirin wê ji bo demsala biharê bêjin silav. Li bendeyê ku bi sed hezaran tevlî pîrozbahiya Newroza Pirsûsê bibin û bênavber xebat dewam dikin. Di şahiya Newrozê de hevserokên KCD'ê, hevserokên Giştî yên HDP'ê, gelek rêxistinên ji derveyî welat tên û bi sed hezaran kes wê Newrozê li beranberî gundê Etmanîka Biçûk were pîroz kirin. Di saetên serê sibehê de xebatkarên Şaredariya Pirsûsê bi makîneyên xebatê dest bi kar kirin. Li qadê sîstema deng, platform, qada çapemeniyê, qada parastinê û tuvalet hatin afirandin. Komîteya Amadekar Îlyas Bozkurt diyar kir ku hemû xebatên pîrozbahiyê wê îro biqede û anî ziman ku wê li qadê 500 erkdarên parastinê peywîrê bigrin.
'Em amadene gelê xwe pêşwazî bikin'
Îlyas ragihand ku 50 mînîbus ji bo roja şahiyê welatiya bibe qadê wê bixebitin û wiha got: "Li qadê nêzî 20 tuvalet hatine amadekirin. Li dijî pirsgirêkek biçûk welatî dikarin serî li konê parastinê bide. Pêwîstiyên li qadê jî dikarin ji firoşgerên li qadê bistînin. Welatî wê bi mînîbusan heya cihê şahiyê bibin. Dîsa piştî pîrozbahiyê heya navçê wê welatiyan bibin." Îlyas bilêv kir ku xebatên li qadê ji aliye sed hezaran kesî ve tê rêvebirin.
Dîsa li navçeya Pirsûsê ku li hemû taxan Newroz were pîrozkirin hemû qadên navçê bi rengên Newrozê hatine xemilandin. Li hemû taxan agadariya Newrozê hatiye kirin. Dîsa Şaredariya navçê, li avahiya DBP û HDP'ê afîşên rengê kes, sor, zer û nepox sibê di saet 10:00'an de ji bo Newroza bi heybet amade bibe.
(zt)

