Hîna Cumeysa ya biçuk nehatiye dîtin

17:16

 


JINHA


DÊRSIM - Cumeysa Kavûs a 3 salî, ku ji ber wesayîta tê de bû li ber Çemê Pilemoriyê ketibû winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê, nehatiye dîtin.


Li kîlometreya 45’an a rêya bejahî ya Dêrsim-Erzîganê, wesayîteke ku nekarî ji filonekê derbas bibe wergeriya Çemê Pilemoriyê. Di bûyera duh bi şev qewimî de 5 kesên di wesayîtê de Yûnûs Kavûs, Mehmet Saît Sevgî, Remziye Sevgî, Melek Kavûs û Mûstafa Kavûs hatin rizgarkirin, lê belê Cumeysa Kavûs li Çemê Pilemoriyê de winda bû. Tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jî Cumeysa Kavûs heta niha nehatiye dîtin. 


Xebatên ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên Şaredariya Dêrsimê li her du aliyên çem dewam dikin.


(zt)