Dayîkên Aştiyê: Emê cîhanê bi ser yên kurdan qetildikin de hilweşînin

17:26

 


JINHA


WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi civînek çapemeniyê bal kişandin ser nûçeyên dibêjin 'DAIŞ dibe ku pêşmergeyên dîlgirtî qetil bikin' û gotin, "Weke gelê kurd em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin."


Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, der barê îdîayên ku dibêjin 'DAIŞ wê 21 pêşmergeyên dîl girtiye di Newrozê de bişewitîne û qetil bike' de civîneke çapemeniyê lidar xist. Aktîvîsta Meclîsa Dayikên Aştiyê Mûhsîne Yilmaz li civînê peyivî û got, "Eger pêşmergeyan qetil bikin, gelê Kurd wê vê cîhanê bi serê wan de bîne xwarê. Bila hemû cîhan vê bizanibe, em ê ti carî destûrê nedin vê. Yên destekê didin wan jî bila vê baş bizanibin. Em ê cîhanê bi serê wan de hilweşînin!"


Civîna çapemeniyê ya dayîkan bi duruşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.


(zt)