Di cîhanê de mamostaya herî baş Nancie Atwell hat hilbijartin
17:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Nancie Atwell ya mamostaya Înglizî ji ber hînkirina xwendin û nivîsandinê weke ‘Di tevahî cîhanê de mamostaya herî baş’ hat dîtin.
Ji aliyê Foruma Perwerde û Jêhatîbûnê ya Wexfa Varkeyê ve Nancie Atwell ya mamostaya Înglizî ji ber hînkirina xwendin û nivîsandinê weke “Di tevahiya cîhanê de mamostaya herî baş” xelat hat dayîn. Nancie diyar kir ku dê milyonek dolarê ji Wezîrê berê yê ABD’ê Bill Clinton xelat girtî li dibistanê xerc bike.
Nancie Atwel kiye?
Nancie di sala 1990’an de li navçeya Edgecomb ya girêdayî herêma Maine ya ABD’ê di derbarê pêşdebirina xwendin û nivîsandinê de ramanê xwe aniye ziman û Navenda Xendin û Nivîsandinê vekir. Di dibistana Nancie de di her polekê de pirtûkxaneyek heye. Xwendekarên di wan polan de dixwînin her yek salê 40 pirtûkan dixwînin. Her wiha girêdayî perwerdê neh pirtûkên Nancie hene. Wan bi “In The Middle” bi nîv milyonê didin.
(zt)

