Meşa azadiyê ji aliyê Nisêbîniyan ve bi coş hat pêşewazî kirin
08:20
JINHA
MÊRDÎN – Dema ku meşvanên bi duruşma “Ji Ocalan re Azad” yên ji Cizîrê ketine rê û ber bi Amedê ve dimeşin gihiştin Nisêbînê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hatin pêşewazî kirin. Nisêbiniyan ji bo meşvanan morala ku amadekiribûn pêşkêş kirin.
Meşa "Ji Ocalan re Azadî" ya ji Cizîrê dest pê kir, gihişt navçeya Nisêbînê. Meşvanên bi şîara "Ji Ocalan re Azadî" ku ji Cizîrê derketin rê û dê tev li Newroza Amedê bibin, piştî rêwîtiya 40 kîlometrêyî li navçeya Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Meşvanên duh ji gundê Qesrabelek dest bi meşê kirin di tevahiya rojê de li ber baranê meşîn, li gel barana zêde jî ji cê ku hedef kiribûn Nisêbîn bû giştin Nisêbînê. welatiyên Nisêbînê bi alên PKK, KCK, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û coşek mezin meşvanên Azadiya Ocalan pêşwazî kir. Meşvan, piştî ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin, bi meş derbasî qada Newrozê ya Nisêbînê bûn. Girsê li Qada Newrozê fişekên hewayî avêtin û bê navber siloganên weke “Azadî azadî ji Ocalan re azadî” û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Meşvanên ku derketin ser dikê deh hezaran kes silav kirin. Yek ji meşvanên Azadiya Ocalan hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salih Gulenç, bang li girsê kir û xwest her kes ji bo kesên di komkujiya Helepçe de jiyana xwe ji dest daye têkevin rêzgirtinê. Di rêzgirtinê de girsê bi yek dengî siloganên "Şehid namirin" berz kirin. Piştî Salih Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axaivî.
‘Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn Rêberê me şanê herî mezine’
Faysal anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo her kesî şansek mezin e û wiha got: “Ev meş nîşan dide ku hêj dîlgirtina Rêberê Gelê kurd bi dawî nebûye. Gel dîlgirtina Rêberê xwe qebûl nake. Ev meş nîşan dide ku êdî tehamula gel ji dîlgirtinê re nemaye. Gel dibêji teqez Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe. Gelê Botanê di dîrokê de bedel dan û ji niha û şûnde jî amade ye ku ji bo Rêberê xwe û nirxên xwe yên azadiyê bedelan bidin. Em dimejin ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelê Rojhilata navîn şansa herî mezin e. Di salê 90’an de ciwanê me tenê ji bo ku posterê Ocalan rakirin hatin qetilkirin vaye em îro dimeşin em soz didin ku heta em Rêbertiya xwe azad nekin êmê bimeşin.”
Piştî axaftinan Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mittanî û Koma Şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Cudî ya Silopiyê derketin ser dikê. Gelê Nisêbînê meşvan li malên xwe kirin mêvan û wan pêşwazî kirin.
(ma/zt)

