Ararat Newal: Emê azadiyê bi hemû gelan re par bikin

09:20

 


Cahîde Harputlu - Narîn Çapan/JINHA


KOBANÊ -  Şervana YPJ’ê Ararat Newal piştî azdiya Kobanê pêngava duyemîn ya azadkirina gundan û serkeftinên wê nirxand û diyar kir ku weke azadiya Kobanê serkeftina gundan jî nêze.


 Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî Kantona Kobanê kirin. Di berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyan de destanên qehremaniyê hatin nivîsîn. Kobanê bi berxwedanê di çapemeniya hemû cîhanê de cîhê xwe girt. Piştî berxwedana 134 rojan û azadiya Kobanê vêcarê jî dest bi pêngav duyemîn ya azadiya gundan hat kirin. Şervana YPJ’ê Ararat Newal pêngava azadiya gundan nirxand û wiha got: “Di pêngava duyemîn de em derbasî gundan bûn. Derbasbûna me ya gunda meşekî bi lez bû. Ji bo ku em derbasî  Kantona Cizîrê bibin. Ev cephe ku dibêjin qulbe bi tayîbetî berxwedaniya hevalên jin pir bû. Li vî cepî pêşketin bi lez bû. Çetan li vir hakimiyet girtibûn. Hinek girên stratejik jî di dest wan de bûn. Gundên nêzikî rê jî bi mayina tije kiribûn. Li hember van her çiqas zehmetî bûbe jî pêşketin çêbû.”


‘Ji bo me girtina pirê giring bû’


Ararat anî ziman ku ew herêma niha di destê wan de hemû çeteyan girtibûn û wiha domand: “Berî bîst roja me li ser vê heremê û tayîbetî tepeyê gund berxwedaniyek mezin da meşandin. Ji gundê van deran re dibêjin Cedê. Di hemûyan de jî çete cîh girtibûn. Duh saet dora 4’an de em gihîştin vir. Piştî heftiyek berxwedaniyek mezin em gihîştin. Em di nav de bûn ew jî li derdora me hemû cîh girtibûn. Em bi berxwedanê hatin vir. Pira ket destê me ji bo me gelek girîng bû. Me duh saet 4’an de êrîş kir. çete li derdorê reviyan. Hinek ji wan di pirê de çûn. Hinek ji wan aliyê din de reviyan. Ev pêşketin moral da hemû hevalan. Bi ruhê şehîdan em niha li vir in. Hemû hevalên li vir cîh girtine her yek qehremanek e.”


‘Xwestin ser gelê kurd Helepçeya duyemîn bidin jiyîn’


Ararat di dîrokên de komkujiyên ser gelê kurd hatîn kirin bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ji dîrokê heya îro gelek qetlîamên mezin li kurdan hatine kirin. Civaka Kurda êşekî gelek mezin kişandiye. Wekî  şoreşger wek partizan yên van êşa kişandine ketine van rêyan. Îro jî salvegera qetlîama Helepçê ye. li wir jî em dizanin Kurd bi kîjan şeklî hatine qetilkirin. Em îro vê rastiyê jî dibînin. Niha DAIŞ jî bi wî awayî êrîşê Kurdan dike. Tunekirinê dixwaze wek ku li Helepçê hat kirin. Li kobanê nêzî  7 mehan e ev qetlîam tê kirin. Ev êrîşên ku li ser civaka Kobanê hat kirin tu cudahiya wî ji qetliama Helepçe nîn e. Cîh dîrok û şekl cuda be jî wekî  qetlîam ne cuda ye. Em vê qirêjiyê li her derê dibînin.”


Ararat wiha axivî: “Vegerîna civaka Kobanê jî serkeftinek mezin bû. Newroz jî tê. bawer im ev newroza îsal dê bibe azadiya Kurdistanê. Bi vê berxwedanê û serkeftinê dê pîrozbahiyek gelek mezin çê bibe. Em dikarin bêjin ji jiyaneke azad re rê vekiriye. Qirêjiya ser diyanê bi taybetî ya li ser Kurda hêdî  hêdî tune dibe. Cîhgirtina me rûmetek gelek mezin e. Bawer im rojên zêdetir azad de jî emê dîsa cîh bigirin. Emê azadiyê bi civakan re bi gelê Kurd re parvebikin.”


(ch-nç/zt)