Ji bo rêbazek nû ya xebatê ciwan diçin kongrê
09:32
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Endama Meclisa Ciwanên KCD’ê Songul Aşila diyar kir bi pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya hemû ciwan dibin banekê de bicivin ew dê di nîsanê de weke rêxistinên ciwanên Kurdistanê de di bin banê kongrê de bicivin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo 1’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de pêşniyara bi modelek nû ciwan federesyonê avabikin kiribû. Endama Meclisa Ciwanên KCD’ê Songul Aşila peyam nirxand û diyar kir ku ji bo rakirina parçebûna nava ciwanan û bi hev re karkirinê ew nirxanidan dikin. Songul da zanîn ku di encama nirxandinên xwe de ew gihan biriyara dê di hefteya dawiya nîsanê de li Amedê kongra ciwanan li darbixin.
‘Ser ciwanan polîtîkaya parçekirin, qetandin û tinekirinê tê meşandin’
Songul balkişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Konferansa Ciwanan ya Rojhilata Navîn şandî û wiha domand: “Pêyama ku Rêbertiya me ji bo ciwanên Rojhilata Navîn şandî, têde pêşniyara yekbûn û bi awayê federasyonbûnê xwe rêxistinkirinê kiriye. Ji xwe ev mijarek ya berê me ser nîqaş kiriye, ji ber ciwanên Kurdistanê din ava parçebûnê de nin. Weke Navenda Ciwanên DBP’ê, Navenda Ciwanên KCD’ê, Navenda Çanda Ciwanan, DODEF û gelek baskên din yên ciwanan li aliyên navendên cuda xebatên xwe bi rêve dibin. Ji xwe dijmin jî dixwaze din ava ciwanên kurdan de parçebûn hebe. Ser ciwanan polîtîkaya parçekirin, qetandin û tinekirinê tê meşandin.”
Bi modelek nû ya rêxistinkirinê diçin kongrê
Songul wiha berdewam kir: “Em bi ciwanên DBP, KCD, zanîngehê û yên li navendên dinê yên cuda xebatên xwe berdewam dikin re hatin bahev û me nirxandin kir. Emê weke ciwanên Kurdistanê bi modelek cuda xebatên xwe bimeşînin. Bi vê bûneyê emê biçin kongrê û li Amedê kongra xwe li darbixin. Ji bo kongrê xebatên teknîkî berdewam dikin. Weke cîh dê kongre li ku be hîna tam biriyar nehatiye girtin.”
‘Li hember pergalê emê bi ciwanên dinê re jî li hev bikin’
Songul girêdayî kongra ciwanan ya ku dê di dawiya nîsanê de bê li darxistin agahî da û wiha dom kir: “Divê ciwanên Kurdistanê bi helwest rawestin. Divan demê dawiyê de mirov dikare bibîne serdeçunên ciwanan zêde bûne. Tenê bi yekgirtinê ciwan dikarin li hember pergalê rawestin. Emê jî vana li ber çavan bigirin û bi vî awayî biçin kongrê. Paşê dibe ciwanên li aliyê Tirkiyê jî bi modelek nû dest bi xebatên xwe bikin. Em her dem li gel yekbûnê ne û bi wî awayî xebatên xwe bi rêve dibin. Ji bo em bi sazumanên dinê re li hember pergalê bibin yek jî em amadene.”
(zt)

