Heyet berî Newrozê dê biçe Îmraliyê
09:42
JINHA
ENQERE - Heyeta Îmraliyê berî Newrozê careke din dê biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Heyeta Îmraliyê herî dawî di 13'ye adarê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û dê di nava hefteyê de careke din biçe Îmraliyê. Li bendêye ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameya ji bo Newrozê nivîsandî bide heyetê. Di vê navberê de peyam dê çawa bê weşandin jî hevditin didomin. Hevdîtinên di navbera heyet û hikûmetê de berdewam dikin. Aliyê kurd û bi mîlyonan kes li bendêne piştî 17 salan peyama Abdullah Ocalan ditbarî be.
Hate hînbûn ku Heyeta Şopandinê jî dê piştî Newrozê tevlî hevdîtinan bibe.
(zt)

