‘Dê îsal Newroz weke mizîgîniya berxwedanê bê pîroz kirin’
11:00
Mizgin Tabu/JINHA
STENBOL- Jinan girêdayî Newrozê diyar kirin ku dê li qadan mizgîniya berxwedanê bibihîsin. Seroka Giştiya Malagel Oya Ersoy da zanîn ku dê weke 8’ê Adarê jin li Newrozê jî xwedî derkevin û got: “Dê jin tekoşîna xwe ya azadî û wekheviyê û telebên xwe yên hevbeş li her qadan bilin bikin.”
Bi nêzbûna 21’ê Adarê Cejna Newrozê re jin bi kelecana buharê dadikevin qadan. Newroz ya ji bo gelên Rojhilata Navîn weke sembola berxwedan û azadiyê tê aznîn di heman demê de weke roja sekna li hember zortarî û tindiyê ye. Di derbarê Newrozê de Endama Komeleya Gokkuşagi ya Jinan Gulistan Taşkiran nirxandin kir û wiha got: “Zîlan, Koçgirî, Dêrsim, xwîn û rondikên çavan. Avabûna PKK’ê li hember hişmediya van kiriyaran berdewam dike di werçerxanê de mîladeke.
‘Dê jinên dibêjin jin jiyan azadî serkevin’
Gulistan bilêv kir ku gelê kurd yê hatî înkar û îmha kirin di encama berxwedana gelan de hemû qad kirine qadên berxwedanê. Gulistan anî ziman ku Newroz bûye dengê jinan, gelan û feqîran. Gulistan derbirî ku Newroz hem jî tê wateya pêşengiya jiyana nû, dê newroza îsal di Rojhilata Navîn de buharên nû avabike û wiha domand: “Dê bi berxwedana YPG/YPJ’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê mirovayî serkeve. Dê li hember hişmendiya deshilatiya mêran jinên dibêjin jin, jiyan azdî biser kevin. Dê li hember polîtîkaya tinekirinê ya AKP’ê yên demokrasî û azadiyê dixwazin biser kevin.”
‘Miha adarê miha berxwedanê ye’
Cîgira Serokê Partiya Sosyalîst û Demokrat (SDP) ê Yeşîm Ergun jî diyar kir ku Newroz cejna azadiyê ya gelê kurde, di heman demê de roja berxwedanê ye û wiha got: “Wateya Newrozê azadî, berxwedan û hêviye.” Yeşîm bilêv kir ku ji sembolên herî giring 21’ê Adarê Cejna Newrozê ye. Yeşîm balkişand ser yên di Newrozê de ji bo azadiyê bedena xwe dane ber agir û Newroz bi wateya wê ya dîrokî ve girêdane û wiha berdewam kir: “Agirê ku Kawayê Şoreşger hilkirî niha di desêt mede bilind dibe. Ez jinan di xwezaya wan de şoreşger dibînim. Ji ber em her tişîtî bi berxwedan û bedelan bi dest dixin. Ji ber wê jî Newroz ji bo me zêdetir giringe. Ji ber di tevahiya dîrokê de Newroz bûye sembola berxwedanê û herî zêde jî jin vê dizanin.”
‘Emê bi hêviya şoreşa Rojava dayî dakevin qadan’
Yeşîm anî ziman ku wateya Newroz îsal zêdetir giringe û wiha dom kir: “Emê îsal bi baweriya cewheri ya berxwedana Kobanê dayî, bi hêrsa li hember cînayetên jinan kombûyî, bi hêviya xwe ya aştiyê, bi tekoşîna xwe ya li hember cînayetên kar û bi hêviya gerdunek din gengaze ya Şoreşa Rojava dayî li qadan bin. Ez ji bo di Newrozê de hesap pirsînê û mafê xwe xwestinê hemû jinan vedixwînin qadan.”
‘Dê kolan bi xwestina talebên jinan olan bidin’
Seroka Giştiya Malagel Oya Ersoy jî wiha axivî: “Em weke jin li her qadên tekoşîna azadî û wekheviyê bi tekoşînek hevbeş emê zêdetir denêg xwe bilind bikin. Bi jinên kurd yên li hember şer tekoşînê didin, bi jinên Çukurovayê yên li hember çeteyên cîhadê li ber xwe didin, li her çar aliyê welat li hember cînayetên jinan û paşverutiyan li mafê xwe yê jiyanê xwedî derkevin.” Oya bi Newrozê de mizîgîniya avakirina tevgerek jinan da û bilêv kir ku dê di buharê de kolan bi bilindkirina dengê daxwazên jinan olan bidin.
(zt)

