Li Kobanê agirê Newrozê dê li Miştenurê bê hilkirin
11:16
JINHA
KOBANÊ - Welatiyên Kobanê dê Newrozê îsal li quntarê Girê Miştenûrê yê bûye qada berxwedanê pîroz bikin û agirê Newrozê jî dê li Girê Miştenûrê bê hilkirin. Di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê û hem kolanên Kobanê dê bi şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bên daliqandin.
Kobanê navê xwe bi berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li dar xist ji hemû cîhanê re ragihand û vê carê jî amadekariyên serkeftinê di 21'ê Adarê de bi Newrozê tacî bikin, dike. Xebatên ji bo vê yêkê tên kirin ber bi dawîbûnê ve diçin. Li aliyê Pirsûsê jî agirê Newroz dê li Gundê Etmanekê bê hilkirin. Agirê li gundê Etmanekê bê hilkirin dê Kobanê jî gerim bike. Welatiyên Kobanê jî ji bo pîrozbahiya sînor dê bi çin Taxa Kaniya Kurdan û pîrozbahiya aliyê din ê sînor silav bikin. Welatiyên Kobanê piştî vê yêkê dê di 21'ê Adarê de li quntarê Girê Miştenûrê agirê Newrozê hilbikin.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Şêxo diyar kir ku hemû amadekariyên pîrozbahiyê ber bi dawîbûnê ve diçin û balkişand ser girîngiya wê.
Ahmet anî ziman ku gelê Bakurê Kurdistanê ji bo berxwedana Kobanê silav bikin dê li gundê Etmanekê Newrozê pîroz bikin û ji bo vê yêkê hemû gel dewetî ser sînor dikin. Ahmet da zanîn ku li sînor Newroz bê pîrozkirin gelek girîng e û ji bo piştgiriyê bidin Newrozê dê biçin sînor. Ahmet bilêv kir ku Newroz îsal li Kobanê bê pîrozkirin ji Newrozên borî cudatir e û wiha got: "Berxwedana dîrokî ya li Kobanê hatî nîşandan Newroza îsal cuda dike."
Komîsyon hatin avakirin
Ahmet destnîşan ku kir ew jî ji bo vê Newroza bi wate bêpirsgirêkê derbas bikin hemû derfetên xwe seferber dikin û ji bo vê yêkê komîyon ava kirin. Ahmet diyar kir ku ji bo li qadê jî tu pirsgirêkê neyên jiyîn dê xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê dê li qadê bin.
Ahmet anî ziman ku li qada Newrozê û hemû kolanên Kobanê dê bi wêneyên şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, al û rengên kesk, sor û zer bên xemilandin. Ahmet da zanîn ku ligel dê hin kesên suprîz jî tevlî pîrozbahiyan bibin.
'Peyama Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn girîng e'
Ahmet bilêv kir ku sala 2015'an tenê ji bo Kobanê na ji bo gelê kurd gelek girîng e û wiha got: "Divê hemû kes xwedî li kewoka aştiyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate firandin derbikeve. Peyama Ocalan a ji bo Newroza Amedê dişîne tenê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê na ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e."
(zt)

