Herîkina ber bi sînor didome
11:33
JINHA
RIHA - Bi hezaran kes ber bi qada pîrozbahiya Newrozê ya li sînorê Kobanê ya bi berxwedanekî mezin di rojava cîhanê de cih girt di herike. Pîrozbahiyên li qada bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin xemilandin bi coş dest pê kir.
Bi hezaran welatî ber bi Qada Newrozê ya dê li gundê Etmanekê yê Pirsûsê yê ku li sşnorê Kobanê ve diherike. Leşkeran li Alîgor, ketina Pirsûsê û li ser riya diçe qadê li ber avahiya Çukobîrlîkê nokteyên lêgerînê danîn. Bi hezaran kesên li navenda navçeyê hatin cem hev bi otobus, mînîbûs û wesayîtên din ber bi qadê ve diherikin.
Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin xemîlandin û bi hezaran welatî bi kincên xwe yên gelerî li qadê dest bi pîrozbahiyê kirin. Li qadê pankratên "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî", "Bi rêveberiya xweser, ber bi nasnameya azad", "Bi berxwedana jinên Kobanê, em berxwe bidin, jiyanê azad bikin", "Jinên azad temînata neteweya demokratîk e" "Di xeta serokatiyê de israr di serkeftinê de israr e", "Tovê li bejaya Îmraliyê hatî avêtin niha li Kobanê şîndibe, "Agirê Newrozê yê li Şengal û Kobanê bilind dibe Rojhilata Navîn azad dike", "Bes peyam û axaftin, em Rêber Apo dixwazin" û "Tevlêbuna tevgerê, xwedî derketine şehîdaye" hatin daliqandin.
KCD, HDP, DBP, Heyeta Îmraliyê û gelek heyetên biyanî dê tevlî pîrozbahiyê bibin, Koroya NÇM'ê, Hunermend Comert, Cevdet Bagca, Grup Vardiya, Koma Welate Rojê û Rojava Grubu.
(zt)

