Meşa azdiyê ji Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve di dome
11:49
JINHA
MÊRDÎN - Meşvanên bi duruşma ‘Ji Ocalan re Azadî’ ji Cizîrê ketine rê şeva dinê li Nisêbînê mêvan bûn. Serê sibê meşvan li Qada Newrozê ya Nisêbînê civiyan û ber bi Mêdînê ve mişa xwe berdewam kiri.
Meşvanên bi duruşma “Ji Ocalan re Azadî” ji Cizîrê ketine rê şevê dinê şeva xwe li Nisêbînê derbaskirin. Meşvan serê sibê li Qada Newrozê hatin cem hev û ber bi Amedê ve ketin rê. Gelê Nisêbînê jî heta derketina Nisêbînê bi meşvanan re meşiya. Meş her cihe ku têde derbas dibin rastî aleqeya mezin ya welatiyan tên. Gelê Mêrdînê bi setan berî meşê diçe ser rêya ku wê meşvan tê de derbas bibin, dê li wê rawestin heya meşvan digihin wan. Îro ji Nêsêbinê 120 kes ji Kerboran jî 30 kes tevlî meşê bûn.
Meşa “Ji Ocalan re Azadî” ya ji Cizîrê despêkirî û ber bi Amedê ve diherike her diçe mezin dibe.
(ma/zt)

