Li Pirsûs û Kobanê agirê Newrozê gur bû

13:59

 


JINHA


RIHA  - Bi sed hezaran welatî li sînorê Kobanê û Pirsûsê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Bi sed hezaran kesên bi hev re berxwedan û azadiya Kobanê silavkirin azadiya Ocalan qêriyan. Bersiva silava Pirsûsê li Kobanê li Kaniya Kurdan hate dayîn.

Bi sed hezaran kes li sînorê Kobanê ji bo pîrozbahiya Newroza Pirsûsê hatin cem hev. Sed hezarên li gundê Etmanekê hatin cem hev ji bo şehîdan rêzgirtin pêk anîn û piştî staranan agirê Newrozê hate hilkirin. Li Kobanê jî li gelek navendên bajar û Girtê Kaniya Kurda agirê Newrozê hate hilkirin û sed hezarên li sînorê Kobanê hatin cem hev silav kirin. Li qadê alên PKK, YPG û YPJ'ê, posterên Rêberê PKK'ê û kesên di berxwedanê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di pîrozbahiyê de ewil Koma Welatê Rojê û koroya ji zarokên Rojavayî pêk dihat derketin ser dîkê û staran gotin. Di qadê de ji bo azadiya Ocalan dirûşme hatin berzkirin. Pişt re Hozan Comert derket ser dikê û girse bi staranên xwe coşand. Di pîrozbahiyê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim û gelek kesên din tevlî dibin.

Newroz bi axaftinan berdewam dike.

(zt)