Zarok TV dê di 21’ê Adarê de dest bi weşanê bike
14:17
JINHA
AMED - Desteya Weşanê ya Zarok TV'yê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku televizyona wan di 21’ê Adarê de dest bi weşanê dike.
Desteya Weşanê ya Zarok TV'yê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku dê telvizyona wan di 21’ê Adarê de dest bi weşanê bike. Daxuyaniya ji bo vekirina kanalê Zarokan de wiha hat gotin: “Kanala zarokan a yekemîn a bi kurdî û li Amedê weşana xwe dike Zarok TV, piştî amadekariyên dûdirêj di 21'ê Adarê de weşana xwe dide destpêkirin. Zarok TV dê bi zaravayên kurdi yên kurmancî, kirmanckî û soranî weşana xwe bike. Zarok TV yekemîn kanala zarokan a bi kurdî ye û her wiha yekemîn kanala televîzyonê ye ku bi zaravayê kirmanckî weşanê dike.”
‘Televizyona me bi sê saravayan dê weşanê bike’
Daxuyanî wiha didome: “Ji ber ku naverokên weşanên Zarok TV'yê ji aliyê kesên pispor ve tên amadekirin jî, dibe qonaxeke girîng. Televîzyona me dê hewl bide ku hem bi rola hînkirinê hem jî bi ya kêfxweşkirinê rabe û vê yekê jî bi kurdî bike da ku ji bo malbatên zarokan jî di warê zimanê dayikê de bibe alîkar. Gelek xêzefîlmên wekî Şînok, Sifinc Bob, Gumball, Adventure Time ku li hemû cîhanê ji aliyê zarokan ve bi kêf û kelecanê têne temaşekirin, televîzyona me derfeta temaşekirina wan a bi kurmancî û kirmanckî jî dide zarokên kurdan. Her wiha em bi xwe jî bernameyan ji bo zarokan amade dikin; yek ji wan Zarokistan e ku zarok tê de çand û dîroka herêma xwe hîn dibin. Yeke din Dora Te ye; di vê bernameyê de jî ji erdnîgariyê bigirin heta felsefeyê zarok dê hînî gelek mijaran bibin. Di Hunerên Destan de jî zarok dê destkariyên xwe bi hevalên xwe yên li ber ekranan re parve bikin.
Televîzyona me dê li ser Turksatê weşanê bike.
Agahiyên Frekansê:
Frekans: 12605
Polarizasyon: Vertical
Sembol: 27500
Têkilî: 0 412 502 11 11
0 412 502 12 12
Mail: zaroktivi@gmail.com”
(zt)

