Di Newroza sînor de peyama YPG/YPJ’ê ya bi dîmen

16:17

 


JINHA


KOBANÊ – Fermandariya YPG’ê û YPJ’ê ya Kobanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku li ser sînorê Pirsus û Kobanê tê lidarxistin, peyamek bi dîmen şand. Di peyama bi dîmen de wiha hat gotin: “Bi giyana berxwedana hevalên xwe û alîkariya gelê xwe me hemû pîlanên ser axa xwe vala derxistin.”


Bi hezaran welatiyên Bakûrê Kurdistanê û Kobanê li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li herêma ku dikeve hemberî Kaniya Kurda, cejna Newrozê pîroz dike. Fermandariya YPG/YPJ’ê jî ji bo pîrozbahiyê peyamek bi dîmen şand. Di peyama ku ji aliyê fermandara YPG/YPJ’ê Ezîme Denîz ve hatiye xwendin de wiha tê gotin: “Li ser navê tevahiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku li Kobanê berxwedan û tekoşînê dikin, li ser esasê felsefeya azadiyê û şaristaniya demokratîk, em tevahî gelê xwe yê ku li ser sînorê Pirsûsê di rojên wiha pîroz de kom bûne, silav û pîroz dikin. Em pir kêfxweşin ku derfeteke wisa bi destê me ketiye ku em bikaribin tevlî gelê xwe bibin.


Giyana şoreşgerî hemû êrşî vala derxistin’


Pêvajoya ku me li Kobanê jiyan kir pir hesas bû, ji ber ku tevahî armanc, xwestek û pîlanên van dijminan ew e ku herêmên Kurdistanê careke din parçe bikin, ew rihê netewî ku hatibû avakirin careke din tune û înkar bikin, lê bi saya berxwedaniyê û destekdayîna gel me yê li ser sînorê Pirsûsê ev pîlan vala hate derxistin. Li ser vî esasî em kombûna gelê xwe yê ku destek daye berxwedana Kobanê û şervanên YPG/YPJ’ê, weke rihekî netewî tenê nabînin, lê weke rihekî tekoşînê ye. Ew rihê tekoşînê jî em tu caran ji rêgezên tekoşînê dûr naxînin, di heman demê de em dûrî felsefeya azadiyê ya şopdarên şaristaniya demokratî  jî nabînin. Ew rihê ku bi carekê de hate xurtkirin û li hemberî çeteyan bû bersiv, em weke rihekî bi qîmet dîbînin, vê rihê hemû êrîş vala derxistin. Belkî kombûneke li ser sînor bû, lê kombûneke bi hişyarî bû, kombûneke ku êrîşên ji herêmê bihatana çêkirin vala derxistin, lewra em tevahî heval û gelê me yê ku li wir kom bûne silav dikin.


Li  ser vî esasî tevahiya rêhevalên me yên ku tevlî bexwedana Kobanê bûn û  şehîd ketin weke şehîd Kendal, Zinar û Rojîn bi rih û tevlîbûna wan; em şahiya ku tevahî gelê me yê li Pirsûsê  pêk tînin silav dikin. Em soz didin ku  em ê bibin şopdarên wan hevalan û tevahiya hevalên ku li herêma Kobanê şehîd ketine û bûne şopdarên felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Em serkeftinê ji hemû gel û hevalên xwe re dixwazin.”


(zt)