Selma Irmak: Em ê ewil Rêberê xwe piştre jî erdnîgariya xwe azad bikin

16:35

 


JINHA


RIHA - Hevseroka KCD’ê Selma Irmak di Newroza Pirsûsê de axivî û diyar kir ku ji vê saetê şunde gelê kurd ji tu kesekî daxwaza azadiyê nake, dê bi têkoşîna xwe azadiya xwe bigire û wiha got: "Em ê ewil Rêberê xwe piştre jî erdnîgariya xwe azad bikin” Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku peywira wan a ku ji nû ve Kobanê înşa bikin heye û vê yêkê teqez ji bîr nakin.

Piştî ku agirê Newrozê ji aliyê parlamenterên ji Danîmarkayê hatine, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, Hevberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel, parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Aysel Tugluk, Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, aktîvîstên KJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê ve hate pêxistin. Pişt re Hevseroka KCD’ê Selma Irmak di mitîngê de axivî û serkeftina Kobanê YPG û YPJ’î silav kir. 

‘Êdî kes nikare bê statubûnê ser me ferz bike’


Selma bilêv kir ku Şoreşa Rojava bi paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve bi pêşengiya jinan pêş ketiye û wiha got: “Têkoşîna ku bi eyvanê jinê ve gihîştiye serkeftinê û ji vê saetê şunde jî gelê kurd ji kesekî daxwaza azadiyê nake û dê bi têkoşîna xwe ve bigire.” Selma bang li Serokomar Tayyîp Erdogan jî kir û got “Bila xwelî li serê yên ku li ber te dest vekin û azadiyê bixwazin be. Em ê ewil Rêberê xwe piştre jî cografyaya xwe azad bikin. Em êdî dizanin ku êdî tu kes zimanê me, çanda me nikare tune bihesibîne. Tu kes nikare bêstatubûnê li ser me ferz bike.” 

Piştî axaftina Selma peyama bi dîmen a ku fermandara YPJ’ê ya ji bo Newroza Pirsûsê şandiye hate temaşekirin. Sed hezaran kesên li qadê ne bi dirûşma “Bijî berxwedana YPJ-YPG’ê” peyam temaşe kirin. Di peyamê de hate gotin ku bi piştgiriya li Pirsûs û tevayî Bakur hate dayîn ve li Kobanê di serî de DAIŞ dê tu caran destûr ênedin terorîzm û faşîzmê.

Di pîrozbahiyê de koroya NÇM’ê bi kurdî û tirkî stranên xwe got û bername bi stranên şoreşgerî ve didome. Piştre Parlamenterê HDP’ê û Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu axivî.

Ertugrul diyar kir ku ew serkeftina li hemberî zaliman û Erdogan hatî lidarxistin silav dike û ji bo vê serkeftinê pîroz bikin hatin cem hev. Ertugrul balkişand ser daxuyaniyên Serokomar Tayyîp Erdogan û wiha got: "Erdogan dibêje 'Tu tiştê we kêm e' em jî dibêjin di her malekê de ciwanek, jinek, zarokek kêm e. Tişta tu didî me li qet nebe û kêm be. Ya em bigirin em dizanin. Têkoşîna azadiya gelê kurd her aliyê Tirkiyeyê dihijîne û gel hişyar dike. Ez biratiya gelan careke din di vê Newrozê de pîroz dikim. Têkoşîna me bi hevre daye destpêkirin em dê hêj bimeşînin." Ertugrul balkişand ser hilbijartinên 7'ê hezîranê û da zanîn ku ew dê bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û dostên xwe benda hilbijartinê ji holê rabikin. Ertugrul bilêv kir ku ew tiştên borî û yên bê ji bîrankirin û wiha axivî: "Ez hemû şehîdên Kurdistan û Tirkiyeyê silav dikim. Heke têkoşîna wan neba em îro ewqas bi hêvî nedibûn. Em hemû şahidên Kobanê û şehîdên serhildana 6-8'ê cotmehê de silav dikin."

'Pergala Xweseriya Demokratîk ji bo Suriyeyek demokratîk pergalekî guncav e'

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî axaftina xwe bi silavkirinê dest pê kir. Muslîm hemû malbatên şehîdan silav kirin û şehîdên Kobanê bibîanîn. Enwer diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya hin hêzan êrîş li Kobanê kirin nedizanin dê şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî wan gelê xwe biparêzin û têkoşînekî bêhempa bidin. Enwer anî ziman ku Kobanê cîhê mirovahiyê ye û wiha got: "Para hemû kesan di berxwedana Kobanê de heye.Şervanên mirovahiyê heya dawî li ber xwe dan. Şervanên mirovahiyê nîha jî ji bo azadiya gundan têkoşînê didin û ber xwe didin. Em hemû şervanan gel silav dikin. Ev serekeftin li we hemiyan piroz be. Di her sê kantonên Rojava de gelên cuda dijîn û nûnertiya wan di rêveberiyên xweser de heye. Pergala Xweseriya Demokratîk ji bo Suriyeyek demokratîk pergalekî guncav e."

'Peywira me ya ku em Kobanê jî nû ve înaş bikin heye'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî axaftina xwe bi kurdî dest pê kir û hemû girse bi kurdî silav kir. Fîgen diyar kir ku serkeftina Kobanê û Şoreşa Rojava li hemû gelan pîroz be û wiha got: "We ev serkeftin heya dawiyê heq kir. Zaliman bi hêza ji Deheqan girtin êrîş li gelan kir. Lê kesên ew zilim kirin niha perîşan in. Em dibînin. Yên digotin dê Kobanê bikevin îro bila bên berê xwe bidin Newroz Pirsûsê û ji vê yêkê ji xwe re dersan bigirin. Kesên li vir kesên têkneçûn û serî netewandin in. Gelê li vir gelê serî xwe netewandin in." Fîgen balkişand ser sînorên sûnî û wiha axivî: "Êdî tu wateyan sînoran nemayen. Sinorên ew êdî tenê di nexweşeyan de hene. Tu hikûmê van sînoran nemaye. Berxwedana Kobanê azadî û rizgariya hemû mirovahiyê ye. Ez li hemberî hemû şehîdên ev serkeftin ji me re diyarî kirin bejna xwe ditewînim. Em careke din soz didin şehîdan, em dê bi serkeftina Kobanê deriyê serkeftinên din vebikin û mezin bikin. Em dê li Rojhilata Navîn û li her derê qezenc bikin. Serkeftina Kobanê mizgîniya serkeftinên din e. Em dê wî derî de bi rûmet û bi serkeftin derbasbûn. Lê hikûmeta AKP'ê li ber wî derî têkçû û li erdê ma. Siyaseta wan têk çû. Piştî serkeftina Kobanê ji melê me re digotin 'Hûn çima keyfxweşiyê dikin. Her aliyê Kobanê hatiye hilweşandin'"

Fîgen balkişand ser axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên demên dawî de û wiha axivî: "Ey Serokomar pirsgirêka te ya herî mezin pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka demokratîkbûnê ye." Yuksekdag, da zanîn ku êdî gelên Tirkiyeyê jiyanekî nû û Tirkiyeyî nû dixwazin. Yuksekdag bilêv kir ku gel muhatacî sedeqeyên serokomar nîn e. Yuksekdag destnîşan kir ku êdî gelên Tirkiyeyê li her qadê qezenc bikin û wiha got: "Em dê di hilbijartinêde jî qezenc bikin. Hemû gelên Tirkiyeyê û gelên Mezopotamyayê serbikevin û qezenc bikin. Em hemû bi hev re bi yekîtiyê em dê serbikevin." 

'Piştevaniya Pirsûsê sînor bêwate kirin'

Fîgen hemû gelê Pirsûsê ji ber piştgirî û parvekirina di berxwedana Kobanê de nîşandayîn jî silav kir. Fîgen diyar kir ku piştevaniya gelê Pirsûsê ji bo mirovahiyê mînak e û wiha pê de çû: "Divê hikûmeta AKP'ê ji vê yêkê ji xwe re gelek tiştan bigire. Heke ev sînor bê wate bibin bi saya vê yêkê ye. Bi saya berxwedan û piştevaniya gelê Pirsûsê ye." Fîgen anî ziman ku serkeftina Kobanê di heman demê de serekeftina Pirsûs û serkeftina Kobanê ye.

'Peywira me ya ku em Kobanê jî nû ve înşa bikin heye'

Fîgen da zanîn ku heke mirov bixwaze mezin qezenc bike divê mezin têkoşînê bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em dê piştî vê yêkê dîsa bi mezin dest bi xebatê bikin û em dê mezin qezenc bikin. Piştî serkeftina Kobanê hêzên YPG, YPJ û enternasyonel hêj pêş de diçin û serkeftinê mezin û berfireh dikin. Berxwedan hêj berdewam dike. Peywireke me ya mezin înşakirina Kobanê ye. Em vê yêk jî bîr nakirin. Em teqez mewziyên şehîdan vala nahêlin. Li şuna her şehîdekî em dê bi dehan û hezaran dabigirin. Şoreşa Rojava deriyê şoreşa cîhanê ye. Berxwedana Kobanê mizgîniya jiyana nû ye." 

Piştî axaftinan Hunermend Cevdet Bagca derket ser dikê û bi staranên xwe girse coşand. Pîrozbahiya Newroza Pirsûsê bi staranên Cevdet bi dawî bû.

(sa)