Meşa Azadî ji aliyê YPJ/YPG’ê ve hat silavkirin.

08:21

 


JINHA


MÊRDÎN - Meşa ‘ji Ocalan re Azadî’ dewam dike. Dema ku meşvan li hember sînorê Amudê di meşiyan Meşvanan û hêzên YPG/YPJ hevdu silav dikirin.


Meşa “Ji Ocalan re Azadî” didome meş di 14’ê Adarê de li Cizîrê despêkiribû.Meşvan duh danê sibê ji Nisêbînê derketin, tevî baran û teyrokê meşa xwe domandin. Meşvan di navbera Nivro de jî nesekînin û govend gerandin. Piştî nivro meşvan li hember sînorê Amudê meşiyan û durêşmên” Bijî berxwedana YPG’é”, ”Bijî YPJ”qîriyan. Hêzên YPJ/YPG’ê jî ji wî aliyê sînor bi teqandina çekan çalakvanan silavkirin. Meşvan piştî ku nêzî 40 km meşiyan gihêştin gundê girêdayî Mêrdînê Qesra Qelendera. Li wê meşvan ji aliyê gundiyan ve bi al û duruşmeyan hatin pêşwazîkirin û meşvanan şeva xwe li gund derbas kir.


(ma/zt)