‘Ji bo azadiya Rêberê xwe em dikarin heta Îmraliyê jî bimeşin’

09:16

 


JINHA


MÊRDÎN - Meşa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ji Cizîrê despêkir ber bi Mêrdînê ve erdewam dike. Jinên beşdarî meşê bûne nirxandin kirin û gotin: “Ne tenê heta Amedê ji bo azadiya Rêberê xwe em dikarin heta Îmraliyê jî bimeşin.”


Meşa  “Ji Ocalan re Azadî” ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Adarê de despêkirî ber bi Amedê ve didome. Meşvan armanc dikin ku roja 21‘ê Adarê tevlî Newroza Amedê ya dirokî bibin. Ev meş di cihanê de siyemin meşa direje ku pêşengtiya wê jin dikin. Meşvanên jin dibêjin: “Heya azadiya Rêbertiya xwe emê bi meşin û em bi hêviya ku ev meş bibe meşa dawî û azdiya Rêbertiya  me.”


 ‘Emê heya azadiya Rêbertiya xwe bimeşin’


Hevseoka Şaradariya  Navçeya Dêrgulê ya Şirnexê Ozlem Kutlu diyar kir ku ev meş him ji bo wan him jî ji bo tevahiya Cihanê meşek Dîrokî ye û wiha axivî: “Em ji bo rêbertiya xwe dimeşin. Ev  meşa ji bo azadiya Rêberê me kelecanek cuda bi mera çêdike. Zor û zehmetiyên vê rêyê ji ber vê heycanê em qet hisnakin.  Heya azadiya Rêbertiya xwe emê bi meşin û em bi hêviya ku ev meş bibe meşa dawî û azdiya Rêbertiya  me.”


‘Ev girêdana bi Rêber Apo re nîşan dide’


Xemê Alkiş a ji Silopiyayê tevlî meşê bûye jî diyar kir ku ev mêş hata Amedê hindike ew dikarin heta  Îmraliyê jî bimeşin û wiha domand: “Serok Apo ji bo hemû mirovatiyê pir kesayete giringe. Ev meşa me di dinyayê de sêyemîn  meşa dirêj e. Meşa me pir bi coş derbasdibe dayikên me yên heftê salî di nav me de hene, ev yek moralek mezin dide me. Em lê di nêrin ew li pêşiy me dimeşin em gelek bi vê kêfxweş dibin. Ev girêdana bi Rêber Apo re nîşan dide.”


Xemê bal kişand ser alaqaya gel ya li hember meşa wan û diyar kir ku gel di her aliyî de alikarî didin me û wiha dewam kir: “Çi devera em têre derbas dibin gel me pêşwazî dike. Bi rastî ev me pir kêfxweş dike.”  Xezal a ku her dem bi lîlandinên xwe reng dide meşê wiha berdewam kir: “Em klama dibêjin û demê xwe bi  moral derbas dikin, a rastî dengê me jî ketiye. Ez hêvîdarim ku Newroza 2015’an bibe wesila azadî û aşıtiyê”


‘Çuna Amedê ji bom in xeyalek bû’


Nêrgiz Tankan a ku ji Silopî tevlî meşê bûye  bi slavkirna  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir. Nêrgiz da zanîn ku her tim xeyalê wê yê biçe Amedê hebiye û  nikaribiye here, care yekemin  bi awayek wiha çuyîna Amedê wê pir kêfxweş dike û wiha got: “Ev meş 20 sal jî dewam bike ezê disa bimeşim divê iro ev meş ne heta Amedê bûna divê hata îmraliyê bûna”


Newroz Belçîiya ku ji Cizîrê tevlî meşê bûye jî got ku ewê ji bo serokê xwe heta Amedê bimeşin. Newroz diyar kir ku ew mehek bimeşin li cem wan nake saetek ne ti dibin ne ji birçi dibin û wiha domand: “Em ji bo Serokê xwe canê xwe jî bidin em ser firazin em serbilindin.”


(ma/zt)