Jina bi Newrozê re bûyî yek: Binevş Agal (1)
10:46
'Navê xwe ji destanekê girt û bi xwe jî bû qehremana destanekê'
JINHA
AMED – Newroz li gel wateya xwe ya dîrokî di van 40 salên dawiyê de bi tekoşînê wateyek nû qazanc kiriye, ji despêka salên 1990’an bi tekoşîna jinan ya dîwarê tirsê hilweşandî li gelek bajaran pêl bi pêl belav bû. Binevş Agal (Bêrîvan) ya ku navê xwe ji destana kurdiya ‘Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn’ girti li Cizîrê hember wesayîtên zirxî bi bedena xwe ji bo jinên berxwedêr rê vekiriye. Binevş ya ku lez daye serhildanên Newrozan weke navê xwe yê ji destanan girtî bi xwe jî bû qehremanê destanê.
Cejna Newrozê ya ku ji bo kurdan weke sembola sirhildanên li hember zilmê tê zanîn di wateyek dinê de jî roja hilweşîna dîwarê zilmê ye. Newroz ya ku li gel wateya xwe ya dîrokî ya tekoşîna li hember dihaqan, di wateya nû de jî di salên 1990’an de jinan dîwarê tirsê hilweşandin û di kolanan de rêxistin mezin kirin û Newroz bi wateya wê ya dîrokî re kirin yek. Ji vanan yek yan jî ya despêkê ye Binevş Agal (Bêrîvan) ya ku di sala 1966’an de li navçeya Beşiriyê ya Êlihê di nava malbatek Êzidî de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Binevş navê xwe ji destana kurdi ya “Cembeliyê Mirê Hekarî û Binevşa Narîn” girtiye. Malbata Binevş ya ku navê xwe ji destanek kurdiya evîndariyê ji rolê jinek kurd girtî bi derbeya 12’ê Îlonê ya 1980’an re weke gelek malbatên êzidî wan jî koçî Ewrupa kiriye.
Di 17 saliya xwe de li hember xeta tasfekariyê sekna bi hêz
Li gorî gotina xwişka Binevş Xanê Agal hîna Binevş 16 salî bû gelek di xwend. Dema ku beşdarî nava refên PKK’ê bûye ji bo xwişka xwe nîşeyek hêlaye. Di meha nîsana sala 1984’an de 40 kes li hember tundiya di 12’ê Îlonê de ser Kurdistanê hatî kirin, di 2’ê Gulana sala 1983’an de li çiyayên Kurdistanê bi komployê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn jiyana xwe ji dest dayîn mehekê meşiyan. Meş bi qasî 300 km yan berdewam kir û weke çalakvanên jin tenê Binevş beşdarbûyîbû.
Weke her demê bi rêxistinkirina jinan re despêkir
Bêrîvanê bi tevlîbûna xwe di nava êzidiyan de jî bandorek mezin kir û gelek kevneperestiyên civakî hejand. Di nava civaka êzidiya girtî de dema ku jinan ne dikarî derkeve derve Binevş berî beşdarbûna xwe ya nava PKK’ê şaşwaziyek mezin dabû çêkirin. Binevş ji bo malbata xwe notek bi gotinên weke “mereqa min nekin, ez di ocaxa PKK’ê deme” hêlabû û berê xwe dabû rêya çiyan. Binevş di sala 1986’an de beşdarî 3’emîn Kongra PKK’ê ya li Bekaa yê hatî li darxistin dibe. Piştî demekê li Bekaa yê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ma, perwrede dît paşê vegeriya Bakurê Kurdistanê. Piştî demek falyetan derbazî Botanê dibe. Dema ku Binevş ango bi navê xwe yê gelê Botanê dizane Bêrîban di nava Cizîrê de faliyekt dimeşand ji aliyê gel ve di nava demek kin de heskirinek mezin qazanc kir û her kesê gelek rêz jêre digirt.
Jinek bi tena serê xwe gel bi rêxistin dikir
Di despêkê de Bêrîvan milîsên jin amade dike û wan perwerde dike. Bêrîvanê giringî dida rêxistinbûna jinan û ji bo zindîkirina jinan di nava xebatan de kar dikir. Bêrîvan ya li gel temenê xwe yê ciwan xwe bihemû kesîmên civakê dana guhdarkirin, heskirina wê ya ji bo zarokan û rêzdariya wê ya ji bo mezinan di nava gelê Botanê de heskirinek mezin jê re çêbû. Bêrîvan li Botanê mal bi mal, tax bi tax digeriya û tayîbetî jî xwe di gihand hemû jinan. Di kesayeta Bêrîvanê de bi pêşengiya jinê di nava gelê Botanê de rêxitinbûn û jin xistina nava lêgerîna azadiyê pêşdiket. Cara yekem bû gel jinek gerila weke pêşeng di nava xwe de didîtin. Jinên Botanê cara yekem bû jinek wiha bi biriyar û vîn di nava xwe de didîtin, ev jî bawerî û hêza jinan mezin dikir. Jinan bi Bêrîvanê hêviya azadiya gelan avakir.
Heya guleya dawiyê şer kir û jiyana xwe ji dest da
Bêrîvan di hemban demê de jinek gelek jîr û bi her awayî tedbîr digirt. Bêrîvan ji bo deşifre nebe çend navên kod dixebitand, dewlet dizanî gelek jinên gerila li wê herêmê dixebite. Di 16’ê Çileya sala 1989’an de di encama exbarekê de di malekê de asê dimînin, operason tê ser wan ji bo teslîm nebe heya guleya xwe ya dawiyê şer dike û jiyana xwe ji dest dide.
Nifşê jinên li hember hesinan bi bedena xwe li ber xwe didan
Dema ku Bêrîvan jiyana xwe ji dest da di nava gel de hêrsek gelek mezin avabû. Êdî dema dibêjin Cizîr Bêrîvan tê hişê mirovan. Jinên ku ji aliyê Bêrîvanê ve hatîn rêxistin kirin, piştî Bêrîvanê jiyana xwe ji dest da li kolan û qadên Newrozê li ber xwedan di Newroza sembola berxwedanê ya Cizîrê de. Bêrîvan êdî di çavê gelê kurd de weke giyana berxwedanê tê zanîn û bû giyana hevgirtina berxwedana Newrozê.
Abdullah Ocalan: Weke li çiyan hatî li gel jî hat
Girêdayî Bêrîvana ser wê helbest û sitiran hatîn gotin nirxandinek jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha haye: “Dema ku me Bêrîvan şand Cizîrê ew keçek Êzidî bû. Ji bo Bêrîvan li zarokên xwişka xwe binêre wê rêdikin Ewrupa. Me jî ew tevlî nava refên xwe kir, pir bandor bû. Me heskirin hînî wê kir. Dema ku gihişt Cudî di nameyekê de heskirina çiya û girêdana gel gotibû. Bi wî awayî ket navê. Weke li çiyan hatî wiha li nava gel jî hat. Xwe gelek bi gelê Cizîrê da heskirin. Em dikarin bêjin di rabûna gelê Cizîrê de bandora wê gelek heye. Keçek me ya wiha bû ku bi heskirinek mezin beşdarî perwerdê bû. Pir xwendina wê jî nebû. Ew di gundekê de mezin bûyîbû. Lê ewqas ji dil û bi heskirin li me guhdar dikir. Wê gotin û piratîk digihand hev.”
(zt)

