Heya ku jiyana azad avabikin dê têbikoşin
12:05
SARYA Şakar - ZEHRA Dogan / JINHA
MÊRDÎN-Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojava ku bi sedan jinên ji bajar û navçeyên cuda hatin, ji bo Rojava şevekê li ser sînorê Nisêbîn Qamişlo nobet girtin. Jinên ku li ser sînor kombûn balkişandin ser komkujiyên çeteyên El Nusra û wiha gotin: “Dê gelê kurd tu carî van bûyeran temaşe neke. Heyanî jiyana azad a demokratîk ava bibe em ê têkoşînê bidin.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi sedan jinên ku bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojava, li ber Navenda Çanda Mîtannî ya navçeya Nisêbînê kombûn, ber bi sînorê Qamişlo ve ketin meşê. Jinên ku hatin ber têlên sînor, bê navber dirûşmên Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye em Şoreşa Rojava silav dikin” û “Jinên azad sînoran nas nakin” berz kirin. Li ser sînor bê naver tilîlî hatin avêtin, dîlan hat girtin, sirûd hatin xwedin û kêliyên hestiyan hatin jiyîn. Yek ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku heye serê sibê li ser sînor nobet girt Perîhan Alto ku 60 saliye diyar kir ku çeteyên El Nusra di bin navê misilmantiyê de destdirêjiya jinan dikin û zarokan qetildikin
QÊRÎNA BERÎKIRINÊ
Dayika Perîhan di nava çalakiyê de bi saetan li pişt têlên sînor navê “Semîra, Semîra” diqêriya û bangî mirova xwe ya li aliyê din a sînor dikir. Bi hirsa sînoran û negehiştina hev dayika Perîhan têlên sînor xiste destê xwe û da zanîn ku ew ê van astengiyan bi vîna xwe ji holê rabikin.
DAXWAZA DAYIKAN AŞTIYE
Jina bi navê Guzel Îşkleyan ku 50’î saliye jî anî ziman ku li kîjan devera cihanê dibe bila bibe, dema mijar dibe komkujî, divê li wê derê sînor bên rakirin. Guzel da zanîn ku divê gel bi komkujiyan re rû bi rû neyên hiştin û terkî mirinê neyên kirin û wiha bi lêv kir: “Divê mirovahî vê yekê qebûl neke. Divê çeteyên El Nusra ji Rojava derkevin. Dê bi têkoşîna gelan, ev yek pêkan bibe. Divê komkujiya li Rojava bi dawî bibe. Bila zarok neyên qetilkirin. Dayikên ku ewqas êşan dikişînin, tenê daxwazeke wan heye ew jî aştiye.”
Naîme Atay jî dest nîşan kir ku êdî dema ku gelê kurd daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman hatiye û wiha got: “Li gel ku gelê Rojava nexwest şer bike jî, lê çeteyên El Nusra tehemûlê vê yekê nekirin û êrîş kirin. Îro li Tirkiyeyê jî gelê kurh heman daxwazên xwe yên demokrasiyê tînin ziman, lê hikûmet tu gavan navêje. Ev bêdengî me dixwe nava gomanan. Divê pêvajo baş bê destpêkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Encex bi vî awayî gelê kurd rehet bibe.”
DÊ KURD BÊ DENG NEMÎNIN
Jina bi navê Ronan Dêrikî jî ku ji Rovajaye diyar kir ku gelê Rojava bi avabûna Şoreşa Rojava re du salên bi keyf derbas kir û wiha axivî: “Di her rojên înê de meşa me ya azadiyê heye. Ji gelek partiyên cuda beşdarî vê meşa me ya azadiyê dibin. Ev dîmenên han, ji me re dide xuya kirin ku ka me jiyana demokratîk çiqas avakiriye. Lê çete tehemûlê vê yekê nakin û niha dixwazin me qetilbikin. Dê gelê kurd tu carî ji vê yekê re bêdeng nemîne. Heya ku jiyanan azad û demokratîk ava bibe dê têbikoşe.”
(aw/pk)

