Meşa azdiyê di roja 5’emîn de li Mêrdînê bedewam dike

11:16

 


JINHA


MÊRDÎN  - Meşa bi duruşma ‘Ji Ocalan re Azadi’ ya ji aliyê gelê Botanê ve ji Cizîrê despêkirî di roja 5'emîn de li Mêrdînê berdewam dike.

Li navçeya Cizîra Şirnexê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa ber bi Amedê ve hatî destpêkirin di roja 5'emîn de li Mêrdînê didome. Meşvanên li gundê Qesra Qelenderê yê Mêrdînê şeva xwe derbaskirin, îro jî piştî "Rojbaş" ê û paqijkirina derdorê dest bi meşê kirin. Gundiyan bi pêşewaziyek bezin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" meşvan ji gund bi rêkirin. Meşvan ber bi Mêrdînê ve ketin rê û meşa wan bênavber didome.

(ma/zt)