‘Newroza Pirsus û Kobanê sînor ji holê rakir’
12:20
Cahîde Harputlu/JINHA
KOBANÊ – Newroza ku li Kobanê û Pirsusê di heman demê de hate li dar xistin bi coş û şahiyek mezin û watedar hate pîroz kirin. Hevseroka Meclisa Gel ya Kantona Kobanê Ayşe Efendî girêdayî Newrozê nirxandin kir û diyar kir ku di vê Newrozê de jî hat dîtin êdî di hişê gelê kurd de sînor ji holê rabûye.
Li Kobanê Newroza berxwedanê li Kaniya Kurdan bi tevlîbûna hezaran hate pîroz kirin. Di hemban demê de li aliyê dinê yê sînor li Pirsusê jî Newroz bi kelecanek mezin hat pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yıldırım û Hevseroka Meclisa Gel ya Kantona Kobanê Ayşe Efendî giringiya Newroza 2015’an nirxandin.
‘Bi berxwedana xwe me sînor bê wate kir’
Ayşe Efendî Newroza her kesê pîroz kir û got: “Di serî de Newroza 2015’an li Rêber Apo pîroz be. Newroza 2015’an Serkeftine, berxwedana YPG/YPJ’ ê ye, berxwedana Pirsûs û Kobanê ye. Sinorên li navbera Bakur û Rojava de ne tenê sinore, xet e. Bi yek quwet, rêxistin û yek slogan berxwedana Kobanê silav dikin hemû kes. Dilê her kesî li Kobanê lê dixe. Niha em dibînin li Bakur û Rojava em nêzî hevdu ne, tenê xetek heye lê em bawerin ku ew xet jî dê rabe û Bakur û Rojava bibe yek.”
‘Kilîda azadiyê li Konbanê vebû’
Ayşe wiha berdewam kir: “Wek berxwedana me, erdnîgariya me jî wê yek be. Ji bo vê em dibêjin taybetmendiya Kobanê, taybetmendiya Newroza 2015 ew serkeftina ku gelê Kurd bidest xistiye, serkeftina 19 Tîrmehê gihîşt 2015’an û Newrozê, tevî heta niha şer domdare lê carek gelê Kurd xwe gihand ew pîra azadiyê ku 3 sala têde jiyan kir. Tevî hevalên Pirsûsê, gelê Bakûr sinor nasnekirin, şev û rojên xwe kirin yek li hemberî Pirsûsê di nobetê de bûn û sinoran ji holê rakirin. Bawerim ku bi hêza YPJ/YPG çar perçê Kurdistan bibe yek ku kilîda azadiyê li Kobanê vebû dê Newrozê bi hev re pîroz bikin.”
Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim jî diyar kir ku di Newroza îsal de kelecanek pir mezin, hestekî pir gerim heye û got: “Li aliyekî xemginî aliyekî jî serfirazî heye. Dema ku em li dîroka Kobanê û destpêka tevgera azadiyê dinêrin em dizanin ku çîrûska agirê azadiyê li Kobanê pê ket û bû dilê Kurdistanê Kobanê. Tevgera azadiyê li çar perçe Kurdîstanê belav. Gihîşt astekî usa ku gelê Kurd ser vê çîruskê agirê xwe yê azadiyê pêxist. Ji ber ku li Kobanê bingeha azadiyê hate avakirin neyarê gelê Kurd, neyarê mirovahiyê xwestin ku dilê Kurdîstanê li Kobanê bifetisînin. Êrîşa li ser Kobanê êrîşa ser tevahî Kurdîstanê û azadiya gelê Kurd bû. Ev vê Newrozê li tevgera azadiyê, Rêber Apo û di kesayeta wî de li hemû şehîdên Kurdîstanê pîroz dikin. Ên ku canê xwe kirin agirê Newrozê em minnetdarê wan in. Serok Apo bi hişmendiyek mezin got ‘Kobanê dilê Kurdîstanê ye divê nekeve’ bi ser vê bangawaziyê şervanên leheng ya YPJ/YPG û hemû Kurdistan dil û tekoşina xwe kirin yek û nehiştin ku Kobanê ji neyarên Kurdan re bibe bajara serkeftinê.Kobanê ji DAİŞ’ê û piştgiriyê wê re û ji hemû neyarên gelê Kurd re bû goristan.”
‘Niha Newroza Kobanê û Pirsûsê bûye yek’
Gulseren wiha axivî: “Em niha li vê coşa gel dinêrin ku berî çend mehan li ser vî girî êrîşên DAİŞ’ê yên hovane hebû, li wî alî sinor jî bi destê polîsên AKP’ê gaz û bombe dihat teqandin lê niha li her du alî agirê Newrozê, agirê berxwedanê hatiye pêxistin. Her çiqas ev sinorên bê dîn û îman û bê exlaq di navbera me de hebe jî, bê wate ye.Em van sinorên der mirovî û lanet şermezar dikin. Niha Newroza Kobanê û Pirsûsê bûye yek li ber çavên me. Heger Kobanê dilê Kurdîstanê be divê ew dil nesekine, her tim ji bo azadiyê bi avêje. Lewre Kobanê bû hêviya Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Ji ber vê hestekî cuda ye ku nayê parvekirin.”
‘Ev Newroz Newroza azadkirina Rêber Apo ye’
Gulseren herikîna welatiyan ya Newroza Pirsusê jî nirxand û got: “Herikandina gelê Pirsûsê ya niha qada Newrozê jî ji bo Kobanê ye ku ew xwîna pîroz ya çar perçê Kurdîstanê hate rijandin. Bi vî awayî bû rumet û serfiraziyz gelê Kurd. Ew rûhê ku bi felsefeya Rêber Apo hatiye afirandin û bi vê felsefeyê ku rêxistin bûye tû hêzên dagirker, mêjûyên wek DAİŞ’ê hovane nikarin kul i hember vê hêza pîroz bi ser bikevin. Ew mehkumê têkçûnê ne. Ev Newroz Newroza azadkirina Rêber Apo ye. lewre Serok Apo ne tenê ji bo gelê Kurd hêviya hemû gelê bindest in. Pêwistiya hemû Rojhilata Navîn bi vê felsefê û hişmendiyê heye. Ji ber vê jî rêberê xwedî parastina nirxên mirovahiyê divê ne di çar diwarande be, ji bo azadî û aşitîyê tacîdar bike divê din ava me da be. Em bejna xwe li hember tevahî şehîdên rûmetê ditewînin. Ji Kobanê heta Mexmûrê, heta Şengalê Newroza hemû Kurdîstanê û şervanên têkoşer pîroz dikim û dibêjim heta Rêberê gelê Kurd azad nebe ev têkoşîn wê berdewam bike.”
(ch/zt)

