Heyeta sibê diçe Îmraliyê

12:45

 


JINHA


ENQERE – Heyeta Îmraliyê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne sibehê diçe Îmraliyê.

Heyata Îmraliyê ya ji Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, Hevserokê KCD’e Hatîp Dîcle, Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder û Endama KJA’yê Ceylan Bagriyanik pêk tê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê sibehê biçin girava Îmraliyê. Endamên heyetê yê hemû di hevdîtinê de cih bigirin û li bendê ye ku di hevdîtinê de peyama ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de bide dê bê nîqaşkirin.

(zt)