‘Aştiyek rast bêyî tevlîbûna jinan ne pêkane’
13:09
Handan Tufan/JINHA
ÎZMÎR – Jinên di rêxistinên civakiyên sivîl yên Îzmîrê de cîh digirin tevlîbûna aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Ceylan Bagriyank ya Heyeta Îmraliyê nirxandin û gotin: “Ji xwe ya divê hatibana kirin ev bû. Pêvajoya aştiyê ya ku jin beşdar nebe ji bo me aştiyek rast nayîne. Jinên dinê çî jiyane ji şertên şer kîjan ceribandin girtine divê em bi nirxînin.”
Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de dema rol ji bo jinan nayê dayîn, ew pêvajo bi xwere encamên xeter ên girîng tîne holê. Li cîhanê tecrûbeyên bi vî awayî hatine jiyîn. Di şerên heyî de ku herî zêde jin mexdûr dibin û di pêvajoyên aştiyê de jî dengê wê tê qûtkirin, di avakirina civakek nû de bandora vê yekê şênbertir dibe. Ji bo ku heman rewş neyê jiyîn, li ser israr û hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Ceylan Bagriyank cihê xwe di Heyeta Îmraliyê de girt. Ev yek ji aliyê jinan ve rastî piştgiriyek mezin hat û jin bi her awayî piştgiriyê didin vê yekê. Peywirdara Lêkolînê ya Navenda Pratîk û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Zanîngeha Egeyê Naz Hidir der barê mijarê de axivî û diyar kir ku tevgera jin mudaxîl kirina pêvajoyê xwedî girîngiyek mezin.
Dengê xwe bilind kirin
Naz anî ziman ku di rewşên şer de, hemû jiyana jinan rastî milîtarîzmê tê û wiha got: "Di heman demê de şerên heyî li ser jinan weke lîstikekê tê meşandin. Tevlibûna jinan a pêvajoya mûzakereyan pir bi qîmete. Ji xwe diviyabû wisan bûya. Di pêvajoya aştiyê de nebûna jinan, dê bi awayekê rast aştiyekê mayîn nepêkan be. Divê em li ser jinên din ên çawan jiyane, di rewşên şer de çi tecrûbe qezenc kirine, nîqaş bikin. Ev yek encax me li hev bîne. Lê ez hêvî dikim ku tevlibûnek wek hev, cîhaneke ku bi rastî jin lê azad bûyî, li ser benda jinê polîtîka nekirin û şerên heyî êdî li ser îstîsmarkirina bedena jinan neyê kirin, bê avakirin."
Dê hemû jın azad bibin
Rêveberiya ÎMECE- DER a Îzmîrê Gunselî Kaya jî anî ziman ku di rewşên pevçûnan de herî zêde jin zirarê dibînin û wiha bi lêb kir: "Dema ku em li 30 salên dawî mêze dikin, her ku jin derketine qadan azad bûne, her ku azad bûne, nasnameya xwe dîtine. Di nava vê pêvajoyê de baweriya xwe qezenc kirin û êdî karîne bêjin na. Ev di saya komek jin de derket holê. Hebûna jinên kurd a li ser wê maseyê, di heman demê de ji bo jinên ne kurd jî xwedî temsîliyeteke jinan û azadiyê ye. Ji ber vê yekê tevlibûna tevgera jinan a heyetê pir girîng e."
'Kobanê bo vê yekê mînake'
Ji Komeleya Nivîskarên Jin Nevzat Suer jî ragihand ku hebûna jinan a li ser mazeya mûzakeran bi awateye û wiha axivî: "Ev pirsgirêka heyî, bandora xwe tune hesibandina jinan e. Berxwedan jinan bi awayekê rojane hem tê pratîzekirin û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan rehetiyê dide avakirin. Bi taybetî Kobanê ji bo vê yekê mînake. Di jinên tirk jî ji malên xwe derbikevin û dengê xwe yê aştiyê bilind bikin.”
(aw)

