Kelecana Newrozê li Rojava berdewam dike
13:29
JINHA
QAMIŞLO - Li bajarê Qamîşlo yê kantona Cezîrê gel dest bi şahiyên pîrozkirina Newrozê kirin.
Bi sedan welatiyên ji gundên derdora Qamîşlo û şervanên YPG û YPJ'ê li gundê Keçel Ereb yê bajarê Qamîşlo kom bûn û cejna netewi ya Newrozê pîroz kirin. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre li ser navê Meclisa Gundên Qamîşlo Hesen Hozan û li ser navê Meclisa Qamîşlo Fatma Tahir axavîn û cejna Newrozê li tevahî gel pîroz kirin.
Şahî bi stranên Koma Şehîd Hozan a Partiya Yeketiya Demoqratîk û Koma Ciwanên Meclisan ve hatin pêşkêş kirin, berdewamkirin. Herwiha di şahiyê de peyamên pîrozbahiyê yên YPG, YPJ, Yeketiya Star û Tev-Dem'ê hatin dayîn.
Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.
(re-px/zt)

