Li qadan bi deh hezaran welatî Newrozê bi kelecana berxwedanê pîroz dikin
14:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Cejna Newrozê ya bi agirê Kawayan despêkirî bi hemû kelecana xwe li qadan berdewam dike. Li Amed, Colemêrg, Qoser, Cizîr, Qilaban, Stewr, Çinar, Farqîn, Dêrik, Hîlvan, Wêranşar, Bêrecuk, Xelfetî û Dîlokê bi hezaran welatî daketin qadan agirê Newrozê geş kirin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin.
AMED
Di çarçoveya çalakiyên Newrozê de li Parqa Şêx Şamil ya navçeya Rezan ya Amedê bi tevlîbûna bi sed hezaran welatiyan pîrozbahî hat kirin. Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê ji aliyê Heseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek ve hat vêxistin. Di pîrozbahiya têde rêveberên navenda DBP’ê û navçeya Rezan jî têde amade bûn de duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê û “Bijî Serok Apo” hatin bilind kirin. Welatiyan li ber dengê muzîkê dîlan gerandin. Di pîrozbahiyê de Hafîze Îpek axaftinek kin kir. Hafîze diyar kir ku dê di 21’ê Adarê Newroza Amedê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya dîrokî bê xwendin û her kes vexwend Qada Newrozê ya 21’ê Adarê.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşma “Êdî bes e, ji Rêber Apo re Azadî” bi beşdariya deh hezerana bi coşeke mezin dest pê kir. Bi hezaran kes serê sibê bi cilên xwe yên gelêrî li ber avahiya DBP’ê kom bûn û bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qada Newrozê ya ku li taxa Merzanê ye dest bi meşê kirin. Girseya ku her ku zêdetir bû alên KCK, PKK’ê û YPG’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirin û bi coşeke mezin ketin qadê. Di heman demê de serê sibê bi hezaran kes jî ji gundan û navçeyan hatin û endamên KESK’ê jî li ber avahiya xwe bi kortejan heya qadê meşiyan. Li aliyê din jî hemû tax bi pankartên xwe ketin qadê. Bi deh hezaran kes bi rengên kesk, sor û zer veguherandin keskesor ê.
Qada Newrozê jî bi balonên reng bi reng hatin xemilandin û wêneyen şervanên ku di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Qad bi posterek mezin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat daliqandin û dirûşma Newrozê di dikê de hat daliqandin. Her wiha li qadê pankartêku li ser “Şehîdên me rûmeta me ne” û dinivîsin û 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin vekirin.
Di pîrozbahiya ku bi sirûda “Ey Reqîp” bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, ligel deh hezaran kesan, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş, parlementerênn HDP’ê yên Colemêrgê Adil Zozanî û Esat Canan, endamên PM’yê yên HDP, DBP’ê, hevşaredarên Colemêrg û navçeyên wî, Meclisa Dayikên Aştiyê, CODER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna hezaran kesan serê sibê dest pê kir. Serê sibê li hemû taxên navçeyê agirê Newrozê hate hilkirin û welatî li dora agir kombûn û Newroz pîroz kirin. Welatî pişt re ber bi qada Newrozê ve herikîn. Jin, zarok û zilam bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn û piştî li 3 nokteyan ji aliyê polîsan ve hatin lêgerînkirin ketin qadê. Gelek welatiyan bandajên "Newroz pîroz be" û "Rêber Apo" li ser xwe girêdan û ketin qadê. Qada Newrozê bi alên YPG, YPJ, PKK, rengên kesk, sor û zer, û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xemîlandin. Li ser dika Newrozê bi tirkî û kurdî pankarata "Newroz pîroz be. Êdî bes e ji Rêberê Apo re azadî" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Bi hezaran kesên qada Newrozê dagirtin bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiya hûndir" rûyê xwe girtin û bertek nîşan dan. Li qadê dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Be serok jiyan na be" û "Bijî berxwedana YPG/J" hatin berzkirin. Piştî girseyê qada dagirtin rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftina vekirinê hate kirin.
Pîrozbahî bi axaftinan berdewam dike
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî serê sibê bi rihê serhildana 1992'an ber bi qadê ve herikîn. Welatiyên Cizîrê bi kincên gelerî tevlî Newrozê bûn. Serê sibê hemû esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin û tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên navçeyê hemû kolanan dagirtin û ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Bi hezaran kesan qada Çarkendal bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dagirtin. Bi deh hezaran welatiyên qad bi kincên gelerî dagirtin govend girtin. Li qadê alên PKK, KCK, YPG û YPJ, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Dîsa li qadê pankartên "Newroz pîroz be" û "Em meşvanên azadîyê slav dikin" hatin daliqandin. Li heraliyê qadê wêneyên şehîdên Kurdistanê û alên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê hatin vekirin.
Qada Newrozê bi alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xemîlandin. Bernameyê bi sruda "Ey Reqîp" û rêzgirtinê dest pê kir. Pîrozbahî bi axaftina berdewam dike.
QILEBAN
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di çarçevoya pîrozhabiyan de li qada Newrozê serê sibê de hezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelerî dest bi pîrozbahiyê kirin. Li Qada Newrozê posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan a li ser “Edî bes e ji Rêber Apo re azadî” nivîsî hat daliqandin. Li qadê pankartên “Çareserî: Azadiya Kurdistan û Rêber Apo ye” û “Serokê azad, Kurdistana azad”, alên PKK û KCK hat daliqandin û diruşmayên “Bijî Serok Apo” û “Ji Serok Apo re azadî” hatin berzkirin. Gelê Qilebanê bi kincên xwe yên gelerî kirin deryaya rengan.
STEWR
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê welatî di saetên serê sibehê de ber bi qada Newrozê ve herikin. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên gelerî li bendên kontrolê re çûn qada Newrozê. Li qada Newrozê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê, pankartên bi kurdî û tirkî "Êdî bes: Ji Ocalan re azadî" hatin daliqandin. Li qada bi rengên kes, sor û zer hat xemilandin de welatiyan alên PKK, KCK û YPG'ê hildan. Piştî sirûda netewî hat lêdan welatiyê govend geradin rawestan û ji bo kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.
ÇINAR
Li navçeya Çinara Amedê jî sedan welatî di saetên serê sibehê de li ber avahiya Şaredariya Çinarê hatin cem û heya avahiya DBP'ê meşiyan. Welatiyan bi boneya şermezarkirina "Paketa Ewlehiya Hundir" bi cil û bergên kurdî tevlî meşê bûn. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê hatin daliqandin. Girseyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin.
FARQÎN
Li navçeya Farqîna Amedê ji sedan welatî bi boneya pîrozbahiya Newrozê li qada Azîzoglu ya taxa Mescît hatin cem hev. Tevî ku polîsan destûr neda ku welatî pankartan di Qonaga Azîzoglu ve bidaliqîne jî derdorê alanê hat girtin. Li qada Newrozê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û DBP'ê hatin daliqandin. Welatî li 3 nuqteyên bendên kontrolê de ketin nava qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî qada Newrozê xemiland û bênavber li ber strana govend gerandin.
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîka Mêrdînê bi tevlî bûna 10 hezaran bi coşek bêhemap dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Di şahiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û KJA hatin daliqandin. Dîsa welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn qad xemiland. Piştî rêzgirtinê pîrozbahî axaftina dest pê kir.
HÎLVAN
Li navçeya Hîlvanê ya Rihayê bi hezaran kes bi kincetên gelerî li Qada Azadiyê ya navçeyê hatin cem hev û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Girseyê pankartên "Êdî bes e ji Rêber Apo re Azadî" vekirin û wêneyên pêşengên PKK'ê û şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li qadê hatin daliqandin. Herikîna ber bi qadê ve berdewam dike û gel bi coşa Newrozê govendê digire.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê jî bi hezaran kes serê sibê ber bi Qada Newrozê ve herikîn. Polîsan li çar aliyên qadê barîkat danîn û hemû welatiyên ketin qadê kontrol kirin. Li qadê pankart, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK,YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Herîkîna girseyê ber bi qadê ve didome.
BÊRECÛK
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî pîrozbahiyên Newrozê li qada gogê dest pê kir. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Kader Ortakaya, Arîn Mîrkan û şervana MLKP'ê ya Elman Îvana Hoffmann hatin daliqandin. Ligel rêveberên saziyan û bi hezaran kes qad dagirtin. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" bilind bin.
XELFETÎ
Dîsa yek ji cihên ku agirê Newrozê lê geş bû cihê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hatiye dinê navçeya Xelfetiya Rihayê bû. Bi hezaran kes di saetên serê sibehê de li qada Newrozê hatin cem hev. Li qada Newrozê pankartên "Em Rêber Apo dixwazin" û "Agirê li Şengal û Kobanê geş dibe, wê tevahî Rojhilata Navîn azad bike" hatin daliqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Yasemîn Yildiz, hevserokên DBP, HDP'ê û hezaran kes tevlî şahiya Newrozê bûn.
KOLÎK
Li navçeya Kolîk a Semsûr jî sedan welatî bi rengên xwe yên kes, sor û zer daketin qada Newrozê. Welatî bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li nuqteyên bendên polîsan re derbazbûn. Li qada Newrozê Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin daliqandin. Heya niha bi sedan welatiyên li qada Newrozê hatin cem hev dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kir.
(kom/zt)

