Şaredara Bajarê Mezin ji zarokan re kêfxweşiya kampê da jiyîn
15:18
Şaredara Bajarê Mezin ji zarokan re kêfxweşiya kampê da jiyîn
JINHA
AMED-Şaredara Bajarê Mezin a Amedê bi tevlibûna bi hezaran zarok, li Gola Hazarê kamp veda. Kampa ku her sal tê vedan de, ji bo zarokan bernameyên cuda tên lidarxistin. Di bernameyan de perwerdeya zimanê kurdî, perwerdeya akranê, lîstikên gelêrî, satranç, lîstikên ku hişê zarokan pêş dixe, wêne, felsefe û perwerdeya mafê mirovan hatin dayîn.
Navenda Piştevaniya Zarokan ku bi ser Serokatiya Daîre ya Xizmeta Civakî ya Şaredara Bajarê Mezin a Amedê ve ye, 8’emîn kampa zarokan li Gola Hazarê veda. Zarokên ku niştecihên taxên nava Sûrê, Yenîşehîr, Ben û Sen, Seyrantepe, Gurdogan, 450 Evler, Cumuhriyet, Azîziyê, Koşka Ferît, û Dîcleyê ne û malbatên wan xizanin, li kampê gihîştin hev. Kampa ku 10 hefte dom kir de 829 zarok tevli kampê bûn. Her wiha zarokên diyabet jî sûd ji kampê girtin.
‘Min hevalên nû dîtin’
Zîlan Kaya ku beşdarî kompa zarokan bû diyar kir ku li kampê demên xweş derbas kir û wiha got: “Bi taybetî ez ji bo xebatê perwerdê pir keyf xweş bûm. Ez gelek keyf xweşim ku bi hevalên re hatime cihekê wisan. Perwerdeya kurdî û felsefê gelek ez keyfxweş kirim. Di saya aktîvîtên wiha em bi hemû hevalên xwe re tên gel hev û demên xweş derbas dikin. Min li vê kampê hevalên nû ji xwere dîtin û min fersend dît ku ez tiştên nû jî fêr bibim.
‘Bila hemû zarokê vê coşê bijîn’
Rozerîn Demîr jî anî ziman ku kompa zarokan pir xweşe û wiha axivî: “Ji ber ku ez hatim vê kampê ez pir keyf xweşim. Têkiliya hîndekaran a bi me re, hêzê dide me û em xwe pir bi hêz hîs dikin. Ez dixwazim ku hemû zarok bên vê derê, xweşî û kelecaniya vê derê bibînin û bijîn.”
‘Ji bo pêşketina zarokan bandora aktîvîteyan gelek heye”
Yek ji hindekara kampê Leyla Bîrlîk jî anî ziman ku ew ji sala 2006’an vir ve vê xebatê didin meşandin û wiha bilêv kir: “Heyan niha 5500 zarokan sûd ji van çalakiyan girtine. Bi teybatê em zarokên ku malbatên wan nikarin wan bibin betlaneyê, hildibijerên û dibin kampan. Me berpirsiyarên cuda didan zarokan, ji bo pêşketina wan. Aktîvîteyên wiha di aliyê pêşketina ruh û psîkolojiya zarokan de bandorekê erênî li ser zarokan dike.
(aw)

