Dayîkan ji bo aştiyê mum vêxistin
15:22
JINHA
DÊRSIM – Dayikên gerîla û leşkeran ên ku di demê cuda de jiyana xwe ji dest dane çûn Ziyareta Ana Fatma û bi hevre ji bo aştiyê find pêxistin.
Bi pêşengiya “Hewldana Ciwanan a ji bo aştiya civakî” dayikên PKK/HPG’î û yên leşkerên ku di demên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bi şîara “Hikûmet gav bavêje” çûn Ziyareta Ana Fatma û bi hevre ji bo aştiyê find pêxistin. Dayikên kul i ziyaret ali ser riya Dêrsim û Pulûrê hatin cem hev bi findên ku pêxistin ve dua kirin. Dayikan diyar kirin ku piştî şerê 40 salan berdewam kir gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin baş e û xwestin bila êdî kes êşan nekişîne. Dayikan xwestin ji bo 10 madeyên ku ji bo çareseriyê ji aliyê Rêberê PKK’ê ve hate diyarkirin gav bên avêtin. Hevserokê Hewldanê Ferhat Guven anî ziman ku ev 40 sal in dayikan bi êşên xwe rondikên xwe li ser axa herikandine û wiha got: “Em wekî hewldana ciwanan bi dayikên leşker û gerîlayanv e yek ji warên me yên pîroz li Ana Fatmayê ne.” Ferhat da zanîn ku ew li qada ziyaretê careke din aştiyê diqêrin û bang li hikûmetê jî kir ku ji bo 10 madeyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiriye gav bavêje.
Piştî axaftinan loqmeyên ku dayikan çêkiribûn hatin belavkirin.
(zt)
