Hevşaredara Bêgiriyê Safure giliyê polîsan kir
16:15
JINHA
WAN - Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneş a ku ji hêla polîsan ve hat derbkirin li dozgeriyê îfade da.
Hevşaredara Bêgiriyê ya Wanê Safure Guneş roja 28'ê çileyê di pîrozbahiya azadkirina Kobanê de rastî êrîşa polîsan hatibû û ji ber derba li serê wê ket birîndar bû. Safure du rojan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêma Wanê hat dermankirin. Safure li dozgeriyê giliyê polîsan kir. Safure di çarçoveya giliyê de li dozgeriyê îfade da. Safure di îfadeya xwe de giliyê xwe ya der barê Midûrê Polîsan a Bêgiriyê û polîsan dubare kir. Safure anî ziman ku ji ber ku li ser qaskên polîsan hejmar tune bû û rûyê wan girtîbû polîsê êrîşkar nas nake.
(zt)
