‘Vîna beşdariya vê meşê dê Ocalan azad bike’
17:22
JINHA
MÊRDÎN - Meşa ji bo Azadiya Ocalan ji Cizîrê despêkirî gihêşt Mêrdînê. Meşvan li Mêrdînê ji aliyê gel û hilbijartiyan ve hatin pêşwazikirin. Li wê Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag axivî û got: “Ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike ev îrade û biryardariya ku bi sedan kilometrayan dimeşe ye.”
Meşvanên meşa “Ji Ocalan re Azadî” gihêşt Mêrdînê. Meşvan li navanda Mêrdînê ji aliyê Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag, Parlamentera HDP’ê Aysel Tugluk, Parlementer Gulser Yildirim, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, hevşaredarên Artuklu û Hevserokên Bajar û başarokê Mêrdînê tevlî pêşewaziya meşvanan bûn. Di despêkê de Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Ahmet di serî de meşvan silav kir û bal kişand ser çalakiyê ku gelê kurd ji bo Ocalan kirine. Ahmet diyar kir ku êdi dema azad bûna Abdullah Ocalan hatiye. Ahmet da zanîn ku rojek wê were ku zihniyata ku Abdullah Ocalan mahkum kiriye têk here û gelê kurd azad bibe.
‘Herkes di zane ku xelasiya hemû gelan Abdullah Ocalan e’
Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag ku ji bo bernama Newerozêli Mêrdînê bû di pêşewazî kirina meşvanan de amade bû û axivî. Figen behsa armanc meşê kir û diyar kir ku heta iro çi meşê hatine kirin vala neçu ne. Figen meşvanên ku bi sedan km ne dimeşin silav kir û wiha got:” Îro Abdullah Ocalan kesayetek girinege ji bo aşitiyê û tiştê ku Ocalan Azad bike ev îradeya ku bi sedan km dimeşe ye ev biryardari ye”
Figen got ku ev meş ne tenê ji Siyaseta turkiyê re ji tevahiya cîhanê re peyama azadiiyê dide. Figen desnîşan kir ku Abdulllah Ocalan xelasiya hemû gelan e û wiha got:”Eger îro di mesela gelê Kurd de meriv karibe behsa aşitiyê bike ev bi saya AbdullahOcalan e. Ji ber ku berpirsiyariya xwe pir baş aniye cîh û eger Serokomar û Serokwezir jî nîvê wî jî peywira xwe bi cîh banîna qewimandinê xerab çênedibûn. Herkes di zane ku xelasiya hemû gelan Abdullah Ocalan e.
piştî axaftinan meşvanan meşa xwe dewam kirin.
80 km ma ji Amedê re.
(ma/zt)

