Li Îzmîrê jinek ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kerkirin
15:44
JINHA
ÎZMÎR- Li semta Gultepe ya Îzmîrê Selçuk O, hevjina xwe ya berê Gulşah T a kêr kir.
Li semta Gultepe ya Îzmîrê Selçuk O,ku berî 8 salan ji hevjina xwe Gulşah T a ku dayika 2 zarokanê veqetiya bû, ji 19 cihê wê ew kêr kir. Bûyer duh saet di 18:00’an de li cadeya meltem a 41 de pêk hat. Gulşah T a ku 32 saliye û Selçuk O, ku 32 saliye berî 8 salan ji hevdû veqetiya bûn. Gulşah T. ku rastî tundiya hevserê xwe Selçuk O, diha, jê veqetiya û zarokên xwe girt gel xwe û li mala dayika xwe dima.
Selçuk duh bi şev diçe mala ku Gulşah lê dimîne. Di nava wan de nîqaş derdikeve û di heman demê de Selçuk êrîşî Gulşah dike. Zilamê ku mista xwe li ser û çavê Gulşah dixe, kera di ber xwe de derdixe û bi dehan çar wê birîn dar dike. Suçluk piştî Gulşah birîndar dike, ji malê direve. Dayika Gulhaş ku keça xwe di nava xwînde li erdê dibîne, banî ambulansê dike û wê radikin Nexweşxaneya Lêkoşîn û Perwerdeya Tepecîkê. Gulşah a ku ji 19 cihên xwe hat birîndarkirin, hat payîn ku rewşa wê başe.
Piştî bûyerê Selçuk O, ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û wî dibin emniyetê. Hat payîn ku piştî lêpirsîna Selçuk O, ya Fermandariya Buro ya Cînayetan a Bozyaka bi dawî bibe, wî sewkî dadê bikin.
(aw)
