Jin pêşengiya meşa azadiyê dikin

09:20

 


JINHA


 MÊRDÎN - Di meşa ‘Ji Ocaln re Azadî’ de jin pêşengiyê dikin, tevî hemu zehmetiyan dimeşin û dibêjin: “Heya dilopek xwîn di canê me de hebe hemê li peyî rêya Rêberê xwe bin.”


Pêşengiya meşa ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatî despêkirin jin dikin. Di nav meşê de gelek jinên ciwan, dayik û herwiha jinên temenê wan ser 70 saliyê jî hene. Têştê ku di meşê de herî zêde bala meriv dikşîne tevî hemu şertên giran jî vîn û biryardariya ku li hember hemu tiştî didin nişandan e. Carnan taveka tuj ku ruyê meriv di şewitî ne carnan barana bi şid caran teyrok, carnan  meşa ku rojê bi deh setan dewam dike, caran jî temenê mezin û bedenek westandî  û hertim asfalteki hişk ku lingê meriv kul dike. Lê jin li hember vê yekê bi kilam, bi govend, bi gul û gihayê ku berhev dikin, bi lingê hinekirî bi biryar û bi coş disekinin. Her gund û bajaroko û  bajarê ku meş têde derbas dibe bi taybetî jî jin dertên ser rê. Meşvan roj bi roj nêzikî newroza Amedê dibin


'Heta dilopek xin di canê me de hebe emê li pey Serokê xwebin’


Jina bi navê Xunav Çaklî dibêje ku ev 6 sale kurê wê di girtîgehê daye û ew ji bo na kurê xwe  û Rêberê xwe tevlî meşê dibe û got: “Tevî barana zêde jî emê heta Amedê bimeşin.”  Xunav 60 saliye û gelek zehmetî dikşîne lingê  wê tev bune birîn dibêje: “Ezê heya Amedê bimeşim. Ji bo Rêberê me çî bê xwestin emê bikin.”


Hedya Ermesa ku ji Nisêbinê tevlî meşê buye jî wiha axivî: “Heya dilopek xwîn di canê me de hebe hemê li peyî rêya Rêberê xwe bin. Ji ber em wate û giringiya meşa xwe dizanin ji bo wê ne baran ne jî zoriyên rê me bandor nake. Tenê em di armanca meşa xwe de kilît bûne.”


(ma/zt)