Sembola barxwedanê ya jinên Asurî ve Suryanî: Wîdad ve Şemira
09:28
Zinarîn Aydîn/JINHA
QAMIŞLO – Wîdad Yunan û Şemîra Şiba li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axa xwe parastin û bûn sembola berxwedanê ya jinên Asurî û Suryanî. Wîdad û Şemîra yên k udi berxwedanê de gelek çete kuştin hîna nayê zanîn çî li wan hatiye. Rêvebera Hevgirtina Jinên Suryani ya Xabûr Şamîran Şemo diyar kir ku jinên bi hişmendiya hembûna parastina cewherî tevdigerin tucarî teslîmyeta jinan na pejirînin û tekoşînê bingeh digirin.
Çeteyên DAIŞ’ê yên li Cizîrê û Kobanê darbeyên giran xwarin û di operasona YPJ/YPG’ê ya Til Hemîs ê de reviyan, di 23’ê yê sibatê de êrîşî gundên asurî, suryanî û keldaniyan yên girêdayî Xabûr kirin. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser gundên asurî, suryanî û keldaniyan de Wîdad Yunan û Şamîra Şiba berxwedanek mezin nîşan dan û bûn sembola berxwedana jinên asurî û suryanî. Wîdad û Şemîra yên k u li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axa xwe parastin û gelek çete kuştin hîna nayê zanîn çî bi wan hatine. Rêvebera Hevgirtina Jinên Suryani ya Xabûr Şamîran Şemo da zanîn ku hîna ji her du jinan agahî nayê girtin û di kesayeta her du jinan de tekoşîna jinên asurî û suryanî vegot.
‘DAIŞ’ê 300 jin û zarok revandin’
Şamîran Şemon da xwiyakirin ku êrîşên hovane yê DAİŞ'ê li ser heremên Xabûr û gundên derdorê yê siryan, berdewmiya êrîşên ku bi ermanca rakirina gelên xwedî bingehek dîrokî û civakî ne û weha berdewam kir: “Çawa ku berî niha êrîş li ser Bexdat, Musil û gelê me yê Êzîdiyên Şengelê hate çêkirin, li ser gelê suryan jî bi heman ermanca qirkirinên civakî û çandî êrîş tê çêkirin. gelek caran hewildanên bi vî rengî li ser gelê me yê suryanî jî hatiye çêkirin. êrîşên ser Herêmên Xabûr jî niha têne kirin, ji bo dagirkeriya vê herêmê ye ku bû sedemê koçberkirina gelê me yê suryan û kurd. Li wê de rê, nêzîkî 300 kes ji jin û zarok weke rehîn xistine destê xwe, Şewitandina kilîseyan, malan û qetilkirina welatiyên sivîl. Li hemberî van êrîşan berxwedaniyeke mezin ji aliyê şervanên YPJ û YPG tê jiyan kirin."
'Wîdad nêzîkî 7 kesan ji endamên DAİŞ'ê dikuje'
Şamîran got ku di vê berxwedaniyê de gelek jinên berxwedêr li hemberî êrîşên ser Herêma Xabûr çêdibe derketin û wiha domkir: “Gelek jin teslîmiyet, derketina ji gundên xwe, ji tiltemirê qebûl nekirin û li wir tekoşîn esas girtin. Ji van jinên ku li ber xwe didin du jinên em hîn jî nizanin bê jiyan dikin an şehîd ketine. Yek ji wan Wîdad Yunan ya ku bi xwe jî suryaniye, cihê xwe di nav Asayişa Xabûr de digirt. Li hemberî êrîşên DAİŞ’ê ew jî li kêleka hevalên xwe tevlî şer dibe. Wîdad 7 çeteyên DAİŞ'ê dikuje, piştre agahiyên wê qut bû û em nizanin şehîd ketiye yan hîn jî weke rehînekê di destê DAIŞ’ê de ye."
'Yan emê bi hev re jiyan bikin yan jî emê bi hev re bimrin'
Şamîran ji bo jina suryan ya bi navê Şamîran Şîba jî weha axivî: "Jineke din ya suryanî bi navê Şamîran a bi navê din Semîra Şîba zarokên wê di nava hêzên parastinê de cî digirt. Wê jî nexwest dev ji zarokên xwe berde û xwest nêzîkî wan di nava karên xwarin çêkirinê ji bo hêzên parastinê de cî bigre. Her çendî hêzên parastinê yê li wir jê re gotine bi gel re tu jî biçe ciyek ewle, lê qebûl nekiriye û gotiye ‘Ez jî weke we dev ji cîh û warê xwe bernadim, tiştê ku li vir ji destê min bê ezê bikim.’ Her weha gotiye yan ‘Emê bi hev re jiyan bikin yan jî emê bi hev re bimrin.’ Li ser vê helwesta wê kesên ku bi çavê xwe ev nêzîkatiya wê dîtibûn ji me re agahî dan."
'Niha jin bi xwe rastiya namûs û şeref çiye ji her kesê re dide nîşandan'
Şamîran destnîşan kir ku di kesayeta her dû jinan de jî dîmenên jinên ku amedene ji bo welatê xwe, xwe feda bikin derdikeve holê. Şamîran got ku ev Mînaka jinên berxwedêr û tekoşer ku parastina axa xwe û welatê xwe ku weke rûmeta xwe dibînin. Şamîran bilêv kir ku Heya niha di civakên me de jin weke namûs û şeref dihate dîtin, lê niha jin bi xwe rastiya namûs û şeref çiye ji her kesê re dide nîşandan û parastina vê ferasetê dikin.
'YPJ nasnameya jina manewiyatê di civakê de bilind dike ye'
Şamîran di dawiyê de wiha axivî: “Em jinên suryan bi feraseta pêwîste em bi berpirsyartiya parastina cewherî ji bo axa xwe li kêleka jina kurd mil bi mil tekoşîn bikin, tevdigerin. Parastin mafê me yê rewaye. Di şexsê YPJ’ê de cewherê jina azad ku bi rûmeta azadiyê dijî derkete holê. YPJ nasnameya jina ku manewiyatê di civakê de bilind dike û bi îradeya xwe xwe pêş dixe derketiye pêş. Her weha ev bi berxwedana Kobanê jî îsbat bû ku ew ne tenê berxwedaniya bajarekî li hemberî êrîşane, ew berxwedaniya jina ku ji bo azadiyê bi îsrar bûye da nîşandan. Bi vê wesîleyê ez silav û rêzên xwe ji tevayî jinên berxwedêner re dişînim û bejna xwe li hember şehîdên ji bo parastina welatê xwe û azadiya xwe heya nefesa xwe ya dawiyê tekoşiyane ditewînim."
(za/zt)

